Em ê bi hêşmendiya xwe li hemberî desthilatdariyê derin 2016-04-08 18:23:32 AMED (DİHA) - Jinên ku ji bo meşa ji aliyê KJA'yê ve bi armanca şermezarkirina polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî jinê tê lidarxistin bangawazî kirin ev tişt gotin: "Me zilma Tansû Çîller û Kenan Evren dît. Hêşmendiya me heye û em ê wekî berê li hemberî desthilatdariyê derin." Jinên Amedê ji bo meşa ku sibê ji aliyê Koordînasyona Kongreya Jinên Azad a Amedê (KJA) ve bi armanca şermezarkirina polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî jinê tê lidarxistin bangawazî kirin. Esma Duman got ku bertekên li hemberî polîtîkayên AKP'ê yên der barê jinê de roj bi roj zêde dibin û diyar kir ku AKP ji ber ku ji hêza jinê di tirse serî lê rêbazên wiha dide. Duman destnîşan kir ku Jinên kurd xwe bi paradigmaya serokê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêzin û xwe tînine ziman û ev tişt anî ziman: "Em ê vê têkoşînê mezin bikin û li hemberî polîtîkayên AKP'ê têbokoşin." 'Destdirêjiya jinê cereke tenê nabe' Duman îstîsmara li Weqfa Ensarê ya li hemberî 45 zarokan jî wiha nirxand: "Dedtdirêjî careke tenê nabe. divê di rewşên wiha de şerme bikin. Zîhniyeta van tiştan tîne ziman divê îstîfa bike." Duman hemû jinan jî ji bo şermezar kirina çanda destdirêjiyê daxwazî meşa ku sibê dê li Amedê bi pêşengiya KJA'yê bê lidarxistin kir. 'Erdoğan berpirsyarê tiştên ku tinê qewimandinê ye' Jİnan bi navê fazilet İlda jî da zanîn ku dewlet ji ber ku ji zilmê tirnabe her tim zilmê dide jiyandin û wiha pê de çû: "Berpirsyarê wehşet û tacîza li hemberî jinê pêk tê Erdogan e. Ji bo ku em nebin temeşevan û hevkarê vê zilmê divê em sibê tevli meşa ku li Amedê tê lidarxistin bibin. Ez hemû jinên Amedê daxwazî meşê dikim." 'Ger ku mirovekî xwedî wijdan be...' Welatiya bi navê Saliha Bayram jî bal kijand ser gotina Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî Sema Ramazanoglu a 'ji carekê tiştek nabe' û xwest ku Ramazanoglu ji ber vê gotina xwe îstîfa bike. Bayaram got ku divê hemû kes li hemberî vê rewşê dengên xwe derxin û wiha domand: "Gelo Îstîsmarek wiha bihatina serê zarokên xwedîyê gotina 'Ji carekê tiştek nabe' wê wiha tevbigeriyana. Ger ku mirov xwedî wijdan be mirov baş zane ku îstîsmarkirina carekê û a sed carê jî heman tişt e." Bayram bal kişand ser komkujiyan jî û der barê komkujiyan de ev tişt anî ziman: "Zîhniyetên ku komkujiya pêk tîne hemû jî heman zîhniyetên. Em ê serî li hemberî komkujiyan netewînin û li ber xwe bidin." Bayram herî dawî got ku ew ê tevli meşa ku sibê li Amedê pêk bê bibin û ji îstîsmarkirinê bibêjin na. 'Divê Ramazanoğlu, Davutoğlu û Erdoğan istifa bikin' Firikat Kurt a ku îstîsmarkirin û tacîzên ku di demên dawî de pêk tin nirxand jî bir bîrxist ku îstîsmarên ku pêk tên ne îstîsmarên desthilatdariya AKP'ê yên yekemînin û beriya niha bi armanca xelskirina vîna jinê ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve bedena jinê hatiye teşhîr kirin. Kurt got ku wan zilma Tnasû Çiler û Kenan Evren ditiye û dil û hişmendiya me em ê li hemberî desthilatdariyê derin. Kurt a ku fihêlkirina Weqfa Ensarê şermezar kir xwest ku Ramazanoğlu, Davutoğlu û Erdoğan bikin. (ke)