'Jina ku di damezrandina AKP'ê de cih girt nebû pêşeng' 2016-04-08 09:03:21 STENBOL (DÎHA) - Selma Korogluya ku endamê Mala Ramanê ya Stenbolê ye diyar kir ku ligel AKP bi keda jinên mexdûrê 28'ê sibatê hatiye damezrandin jî niha tenê di vîtrînê de maye. Koroglu anî ziman ku AKP'ê di damezrandina xwe de soza azadiyê daye û wiha got: "Hin akademîsyenên ku mora xwe avêtine danezana aştiyê di demên borî de alikariya AKP'ê kiribûn. Jinên di damezrandina AKP'ê de cih digirtin niha tenê di vîtrînên AKP'ê de mane û nabûne pêşeng." AKP ya ku 14 sal in di polîtîqaya xwe ya rastgir û kevneparêz de paş ve gav navêje, bi daxuyaniyên xwe yên derbarê jinan de dixwaze civakê bîne rê. AKP ku dixwaze civakê li gorî polîtîqayên xwe perwerde bike niha jî ketiye derdê fihêlkirina Weqfa Ensarê ya ku bi îstîsmara cinsî di rojevê de ye. Endamê Mala Ramanê ya Stenbolê Selma Koroglu ya ku mexdûrê 28'ê Sibatê ye û xwe wekî jineke misliman-femînist dide nasîn der barê polîtîqaya AKP'ê ya ku li hemberî wekheviya jin û zilaman tê meşandin nirxandinan kir. Koroglu got ligel ku AKP'ê bi keda jinên mexdûrê 28'ê Sibatê hatiye damezrandin jî niha tenê di vîtrînê de maye û wiha got: "Civak her tim bi jinan teşe girtiye. Dema avakirina komarê û 28 Sibatê de ji civakê di ser jinan de dane dîzaykirin. Niha jî li ser jinan dixwazin civakê dîzayn bikin." 'Hemû jin ne mecbûrên bibin dayîk' Korogluya ku got jin girêdayî malbat û dayîkbûne ev tişt anî ziman: "Hemû dayîk ne mecbûr in bibin dayîk. Di ola îslamê de fermaneke wiha tune ye. Erka pîrozbûnê lê jinê bar dikin û zarok çêkirinê ji bo jinê wekî tiştekî pîroz didine penase kirin. Jin tena serê xwe kesayeteke." 'Daxuyaniya Ramazanoglu bextreşiye' Koroglu daxuyaniya Wezîra Polîtîqayên Civakî û Malbatî Selma Ramazanoglu 'ji carekê tiştek nabe' ya der barê zarokên ku li Weqfa Ensarê rastî îstîsmara cînsî hatibûn de nirxand û wiha axivî: "Daxuyaniyên ji bo xwedî derketina saziyê yên wekî 'li vir buyerek hatiye jiyandin ev nikare bê gelemperî kirin' ne di cih de ne û daxuyaniyên bextreş in." 'Di derdorên kevneperest de îstîsmarkirin têne veşartin' Koroglu got ku wezîrên jin ên ku polîtîqayên zîhniyeta bavêksalerî dixine merîyetê hene û wiha pê de çû: "Lê şûna ku kontrolên li ser weqfê bêne zêde kirin parastina weqfê hat kirin. Di derdorên kevneperest de îstîsmarkirin têne veşartin. Di der dorên kevneperest de jin di rêza dûyemîn de tê dîtên û wekheviya jin û zilaman nayê pejêrandin. 'Divê diyanet tunebe' Koroglu anî ziman ku sedemê hebûna diyanetê xistina olê ya bin kontrola dewletê ye û wiha got: "Diviya saziya diyanetê tûnebûna. Dema ku saziyek bi navê diyanetê hebe jî divê tenê xizmeta olekî na, xizmeta hemû nolan bike. 'Jinên ku di damezrandina AKP'ê de cih girtin tu demê nebûn pêşeng' Koroglu di berdewama axaftina xwe de got ku AKP'ê di pêvajoya damezrandina xwe de soza azadiyan daye û ev tişt anî ziman: "Em hemû bi hêvî bûn. Ji ber ku AKP vebêjark bû aqademîsynên ku mora xwe avêtin danezana aşîtiyê di demê de alîkariya AKP'ê dikirin. Me hemûyan alîkariyê dayê. Lê em niha êdî dibînin ku rewş cûdaye. Jinên ku di damezrandina AKP'ê de derî derî geriyan û kedeke mezin dan niha di AKP'ê de tenê vîtrînin û ne pêşengên. 'Tehemûliya fermana jinan nakin' Koroglu dest nîşan kir ku desthilatdar her tim olê referans nîşan didin û di qadroyên rêveberiyan de cih nadine jinê û ev tişt gotin: "Lê dema ku dor tê gerandina malan û belav kirina broşûran desthilatdar di rêzên herî pêş de jinê bi cih dikin. Desthilatdar û zilam naxwazin jinek bibe serok û ferman bide wan. Ji ber vê yekê jî olê bi kar tînin. Divê evm kes û hêz li hevsera pêxember Xatîce binirin." 'Di dengê wijdanê xwe de em bigihijene hev' Koroglu di dawiya axaftina xwe de xwest ku hemû jin bi wijdanê xwe tevbigerin û wiha got: "Dengê wijdanan hevbeş in. Divê jinên misliman di dengê wijdanê xwe de bi jinên der dorên cûda re bibine yek." (ke/gka)