DTSO: Li Sûrê aborî bi awayekî cidî rastî alwaziyekê hatiye 2016-04-04 18:57:59 AMED (DÎHA) - DTSO di anketa xwe ya derbareyê "qedexeya derktina kolanan" a li Sûra Amedê ya tesîra li ser aboriyê aşkere kir. Di baregeha anketê de bi 395 kargêr û esnafan re hevdîtin pêk hatiye û di encama wê de li tevayiya bajêr di kar de lawaziyek xwe daye der û bi awayekî zêde dahata esnafan kêm bûye. Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê(DTSO), bi qedexeya derketina kolanan a li Sûra Amedê re di navbera 4-22'yê adara 2016'an de li bajêr derbareyê aborî û pirsgirêkên xesarî de anketek pêk anî û encama vê anketê aşkere kir. Her wiha encama xebatên qadê bi Wezîrê Geşedanê Cevdet Yilmaz û saziyên têkildar re jî hat parvekirin. DTSO di xebata xwe de, cih da kargehên ku di dema qedexeya kolanan de girtî bûn û di vê demê de xesareke maddî ya çawa xwe li wan girtiye û her wiha bi vê re bi tevahî tesîr çawa li ser aboriya bajêr û ya herêmê kiriye. Bi 395 kargêr û esnafan re hevdîtin pêk hatiye Xebata anketê kolanên Kibris, Înonu, Gazî, Melîk Ahmet û hin kuçeyê, pasaj û xanên kar ên li ser van kolanan in pêk hatiye. Forma anketê ji 13 pirsan pêk hat û di vê xebatê de bi giştî bi 395 kargêr û esnafan re hevdîtin pêk hatiye. Di vê xebatê de bi esnaf û kargêrên bi tesktîl, zêrkarî, pêwendî, zexîre, xwaringeh, otêl û kargehên pêlavan re hevdîtin pêk hatiye. Bi awayekî cidî dahata esnafan kêm bûye Di hevdîtinên pêkhatî de ji kargeh û esnfan ji sedî 66, ji 90 rojî zêdetir(3-4 meh) girtî mane. Ji sedî 80 yên beşdarî anketê bûn diyar kirin ku cihê kargehên wan bi kirê ne. Ji kargeh û esnafan ji sedî 77 diyar kirin ku hejmara xebatkarên wan di navbera 1-5'an de ye. Di dema qedexeyê de xebatkar jî bi awayekî cidî rastî kêmariya dahatê hatine û piraniya wan piştî bidawîbûna qedexeyê dîsa vegeriyane karên xwe yî berê. Tesîr li tevayiya bajarê Sûrê kir Di xebata qadê de encamên hatine bi destxistin, piştî bidawîbûna qedexeyê re, li gor berê ji sedî 30 rêjeya aborî kêm bûye. Ev tesîr li ser deverên bajêr yên din jî kiriye. Ji ber tesîr xwe li tevayiya bajêr daye der. Di hevdîtinên 395 esnaf û kargehan de nêzî 50 milyon lîre xesarek xwe daye der. Heke qedexe bidome dê ev xesar bidome. Esnaf bi hêvî ye Ji sedî 95 esnafan diyar kir ku cihên karên xwe bi temamî girtine û veneguhastine devereke din. Kargehan diyar kir ku bi rewşa heyî yan jî bi deyndarî li ser piya disekinin. Bi hêvîne ku rewş veguhere ya berê û xesara wan bê dayîn. Di anketê de gelek esnaf rastî pirsgirêka krediya bankayan hatine û ji van esnafan ji sedî 14 dubare serîlêdana wan î krediyê hatiye pejirandin. 'Esnaf rastî lawaziya kar hatin' Esnafên bi tekstîl(tekstîla malê, berên çeyîzan, konfeksîyon, cil û berg hwd.), pêlav, berên çenteyan û yên wekî din jî ji ber karê wan li gor serdeman e, di wê dema girtî de tenê xesara wan serdemek bûye û ji ber vê têkiliyên wan î belavkerî lawaz bûne û gelek malên wan xerabûne. Ji ber vê rastî lawaziya kar hatine. 'Berên zexîreyî xera bûn' Di dema qedexeyê de, berên zexîreyî yên li kargehan xerabûne û hatine asteke nebikaranîne. Hemû esnaf û kargeh ji ber rewşa li Sûrê hem muşteriyên wan î li nav bajêr û hem jî yên li derveyî bajêr kêm bûne. 'Hecma kar veneguherî rewşeke asayî' Li hin taxên Sûrê ji ber domandina qedexeyê, her çiqas hin esnaf kargehên xwe vekirine jî hecma kar veneguheriya rewşeke asayî. (red)