Rojevîn: Xwedawendek evîndarê berxwedanê, newayek ji bo Serokatiyê 2016-04-04 09:16:35 COLEMÊRG (DÎHA) - Şervana YPS-Jin Evîndar Kiliçarslan (Rojevîn Garzan) a ku ji ber evîna xwe ya berxwedanê berê xwe dabû Geverê bi gotinên "Eger rojek ez nemir bibim, dema hun behsa min bikin bêjin 'Rojevîn, xwedawendek evîndarê berxwedanê, newayek ji bo Serokatiyê" peyvên xwe li rûpelên dîrokê nivîsî û di 18'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Rojevîn bi stranên berxwedanê û bi hişyariya "Xew mirin e" her dem banga têkoşînê kir û herî dawî jî bi stranek azadiyê xatir xwest û dengê xwe berda gerdûnê. Berxwedêrên ku di berxwedana rêveberiya cewherî ya di pêşengiya hêzên YPS û YPS-Jin de jiyana xwe ji dest didin li dû xwe çîrokên azadiyê dihêlin. Yek ji wan kesên ku heya kêliya dawî ya jiyana xwe bi ken, bawerî û evîna azadiyê li hemberî hovitiyê li ber xwe da û di 18'ê Adarê de li Geverê jiyana xwe ji dest da jî endama YPS-Jin Evîndar Kiliçarslan e ku bi gotinên "Dê Gever bibe bajarê jinan û herkes biherike vê derê" tevlî şoreşê bibû. Rojevîn beriya jiyana xwe ji dest bide ji ajansa me re axivî bû û van gotinên bedew li rûpelên dîrokê nivîsîbû "Eger rojek ez nemir bibim, dema hun behsa min bikin bêjin 'Rojevîn, xwedawendek evîndarê berxwedanê, newayek ji bo Serokatiyê." Rojevîn gotibû dê Gever bibe 'bajarê jinan' Rojevîn di sala 1989'an de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ji dayik bibû û gelek caran ji hevalên xwe re diyar kiribû ku ew dixwaze li Geverê bijî. Rojevîn çawa ku li hemberî Geverê êrîşên tevkujiyê destpêkir bêyî şik û guman berê xwe da parastina bajêr û ji bo armanca xwe ya çûyîna Geverê jî wiha got: "Ez ji bo têkoşîna jinê tacîdar bikim hatim Geverê. Dê Gever bibe bajarê jinan û herkes biherike vê derê. Emê jî bibin pêşengê vê. Sibê ro emê biçin lê dê li dû me têkoşîneke mezin a jinan û paradîgmaya Serokatiyê bimîne." Rojevîn bi evîneke mezin girêdayî Geverê bû û li taxên berxwedanê şev û roj bê xew li ber xwe da û bi gotinên "Xew mirin e heval" di bîra hevalên xwe de ma. Xwedewendek evîndarê berxwedanê Rojekê dema ji bo nûçeyan em li taxên berxwedanê digeriyan, dema xwe ji ser dîwarek diavêt nav berfê em rastî Rojevîn hatibûn û dema me wêneyê wê kişandibû li me vegeriyabû û gotibû "Ez di jiyana xwe de, di demên herî xweş de bi çavên xwe ve wêneyan dikşînim û qeydê bîra xwe dikim. Ev wênekêşa min e, bîranînên min wisa nemir dibin. Eger rojek ez nemir bibim, dema hun behsa min bikin bêjin 'Rojevîn, xwedawendek evîndarê berxwedanê, newayek ji bo Serokatiyê." 'Hezkirina min a Geverê hezkirina berxwedanê ye' Di nav rojên germ ên berxwedanê de dema em ji bo hevpeyvînê çûn ba wê xwestibû derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de biaxive lê ji ber kelecanê gotin ji devên wê derneketibû. Rojevîn armanca esasî ya têkoşîna xwe weke azadiya Ocalan binav kiribû û wiha pê de çûbû: "Gelê Kurd evîndarê Serokatiya xwe ye. Ev berxwedan bê sînor e. Hezkirina min a ji bo Geverê jî hezkirina berxwedanê ye." 'Roj roja çalakiyê ye' Beriya ku jiyana xwe ji dest bide bi çend rojan jî Rojevîn ji kamerayên DÎHA'yê re axivîbû û ji bo azadiya jinê ev nirxandin kiribû: "Jin dikare jinê azad bike. Feraseta ku kole diafirîne nikare azad bike. Zilamê ku we dike kole nikare we azad bike." Rojevîn di nirxandina xwe de balê kişandibû ser hebûna YPS-Jin jî û wiha berdewam kiribû: "YPS û YPS-Jin pêdivî ye, şert e. Îro roja çalakiyê ye. Roja qêrînê ye û ew roj e ku tu keviran bavêjî panzêra ku bi ser te de tê. Ji ber vê yekê hebûna min a vê derê ji bo min rûmet e." Dengê xwe berda gerdûnê Rojevîn di qadên berxwedanê de bi newayên berxwedêr û dengê xwe yê xweş hatibû nasîn û dema ku me stranek jê daxwaz kir jî herî dawî bi strana "Benîm Meskenîm Daglardir" xatir ji me xwest û dengê xwe berda gerdûnê. (sy)