Yuksekdag: Parastina cewherî mafê jinê yê rewa ye 2016-04-02 13:29:45 STENBOL (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksedag diyar kir ku parastina cewherî ya jinan a li hemberî polîtîkayên şîdetê pêk anîn mafekî rewa ye û wiha got: "Parastina cewherî ya li hemberî destê dirêjî rûmeta jinê dibe mafek e. Parastina Cewherî mafekî rewa yê hêzên ciwakî û jinan e." Endamên Jinên Ciwan ên Azad li Navenda Çandê ya Su panela bi navê "Em bi îsyanê azad dibin û ber bi şoreşê ve dimeşin" li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Parlementera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Seroka Giştî ya ESP'ê Sultan Ulusoy û dayîkên Polen Sadet û Hatîce Ezgî yên ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan tevlî panelê bûn. Piştî rêzgirtinê Endama ODK'ê Tugçe Kabasoluk axaftina vekirinê kir. Kabasoluk têkoşîna jinan silav kir û wiha got: "Me tovê îsyanê bi destê xwe çand." 'Em têkoşînê bibin kolanan' Hevberdevka Giştî ya Meclîsên Jinan ên Sosyalîst Fadîme Çelebî jî balkişand ser berxwedena jinan a ku di pêvajoya şer de ya li Kurdistan û Tirkiyeyê. Çelebî diyar kir ku ji Gezî heya Rojava têkoşîna jinan li qadan belav bû û wiha got: "Jin li hemberî polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê tovê serhildanê diçîne." Çelebî da zanîn ku divê jinên ciwan têkoşînê li kolanan belav bikin. 'Jin pêşengên şoreşê ne' Seroka Giştî ya ESP'ê Sultan Ulusoy jî diyar kir ku pêvajoyekî komkujiyê pêk tê û lê weke Şoreşa Rojava jin dê li Tirkiye û Kurdistanê pêşengiya şoreşê bike û wiha û wiha got: "Jinên ciwan li Kurdistanê pêşengên parastina cewherî ne. Jinên li hemberî hişmendiya zilam a AKP'ê ber xwe didin pêşengên şoreşê ne." Ulusoy da zanîn ku divê jin li hemberî hemû cure şîdetê parastina xwe ya cewherî bigirin. 'Edaleta jin pêk neyne edaleta rast nîn e' Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî diyar kir ku bi komkujiya Pirsûsçê xwestin têkoşîna jinên ciwan tune bikin û wiha got: "Lê ligel komkujiyan jin girêdaî soza xwe man û ber bi çeperan ve meşiyan." Yuksekdag anî ziman ku ew di pêvajoyekî hêza gelan teslîm bigirin re derbas dibin û wiha axivî: "Jinekî azad tê wateya civakekî pêşeroja wê ronak. Civaka jin lê azad neyî civakekî azad nîn e. Aştiya jin di nav de nebe civakî nabe. Edaleta jin pêk neyne edaletekî rast nabe." 'Şîdeta li hemberî jinê tê teşwîqkirin' Yuksekdag da zanîn ku hewil didin jinan ji qada siyaset û jiyanê derbixin û wiha pê de çû: "Tacîz û tecawiza li hemberî jinê pêk tê encama van polîtîkayan e. Hikûmet hewil dide civakê bê exlaq bike." 'Parastina cewherî mafekî rewa ye' Yuksekdag balkişand ser girîngiya têkoşîna jinê ya bi hêza cewherî pêk tê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Parastina cewherî mafê me ye. Parastina cewherî ya li hemberî destê dirêjî rûmeta jinê dibe mafek e. Parastina Cewherî mafekî rewa yê hêzên ciwakî û jinan e." Panel ji çapemeniyê re girtî berdewam dike. (ft)