Ji jinên YPJ'î peyama Rojbûna Ocalan 2016-04-02 09:06:09 ERDOGAN ALTAN KOBANÊ (DÎHA) - Li Rojavayê Kurdistanê şervanên YPJ ên di eniya pêş de şer dikin ku sazûmankariya YPJ'ê di roja 4'ê nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de îlan kirin, rojbûna Ocalan pîroz kirin. Şervanan gotin "Em bi saya nêzîkatiya Serokatiyê ya jinê û felsefeya wî em ketin ferqa hêza jinê. Em bi saya wî ku nirxê daye me îro em di eniya pêş de dikarin cihê xwe bigirin." Gelê Rojava ku bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku hêza pêşeng a Şoreşa Rojavaye re di hêla paşeroja Rojhilata Navîn a der barê leşkerî de pêşketinek mezin kir de, jinên kurd jî ligel di konferansekî ya di sala 2012'an de biryara avakirina Yekîtiya Parastina Jinê (YPJ) da jî, balkêşe ku îlankirina sazkirina xwe di 4'ê Nîsanê sala 2013'an ku heman roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, ragihand. Jinên YPJ'yî ku bi Silava re bûn deng û bi Arîn re veguherî agirê, tabûra xwe ya yekemîn a bi navê Tabûra Şehît Rûken li Efrînê îlan kir. Piştre li eyaleta Tirbêsiyê ya li Kantona Cizîrê Tabura Şehîd Berçem ava kir, tabûra 3'yemîn jî li Kobanê bi navê Tabûra Şehîd Dîcle ava kir. Heri dawî jî li Qamişlo û Dêrikê Tabûra Şehîd Adalet ava kirin. Şervanên YPJ'ê yên niha di eniya şer a pêş de ne ku tirs û xofa dilê çeteyên DAIŞ'ê ku damarên çokên dewletên Rojhilata Navîn û cîhanê qetandine, 4'ê nîsanê ku robûna Rêberê PKK'ê Ocalan û salvegera avakirina YPJ'ê nirxandin. 'Serokatî hişmendiya tiştekî ku jin nikaribe bike tune ye çêkir' Şervana YPJ'ê ya bi navê Ronahî ku rojbûna Ocalan di serî de li hemû jinan û gelên bindest pîroz kir, diyar kir ku bi hişmendî û nirxê Ocalan daye jinan re ew tevlî têkoşînê bûye. Ronahî, destnîşan kir ku di esasê xwe de YPJ bi dayîna têkoşîna destanwarî re bi civakê da fêmkirin ku tiştekî ku jin nikaribe bike tune ye û wiha got: "Bê guman ev di encama berdelên mezin de çêbû. Bi taybetî jî ev bi saya ked û xebatên mezin ên Serokatyê dan me de çêbû. Rêberê Gelê Kurd dibêje 'xebata min a yekem xebata jinê ye. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye'. Vaye me li ser vê felsefeyê hêzek mezin girt û îro em dikarin di eniya şer a herî pêş de cihê xwe bigirin. Ji ber vê yekê çawa îro 4'ê Nîsanê rojbûna Serokatî ji bo gelê kurd girîng e ji bo me girîngtir e. Ji ber vê yekê jî em 4'ê Nîsanê ji tevahiya gelê kurd pîroz dikin." 'Em bi felsefeya Serokatî ji koletiyê xilas bûn niha jî bi şer xweşik dibin' Şervana YPJ'ê Gerîla Kobanê jî 4'ê Nîsanê li hemû gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û anî ziman ku ew bi felsefeya Ocalan wekî jin dixwazin xwe azad bikin û bi xwe re jî hemû civakê azad bikin û têkoşîna wê bidin. Kobanê balkişand ser avakirina YPJ'ê û wiha got: "Bi avakirina YPJ'ê ku li ser felsefeya Serokatî hat avakirin re, em ji koletiyê xilas bûn niha bi şerkirinê re xweşik dibin. Em bi gotina Rêber Apo ya "Yê şer dike azad dibe, azad dibe xweşik dibe' dikevin rê, em wekî jinên ku şer dikin vê felsefeyê ji xwe re esas digirin." 'Rêber Apo ne tenê ji bo jinên kurd ji bo tevahiya jinên cîhanê ked da' Şervana YPJ'ê Evîndar Xelîl jî, 4'ê nîsanê li YPG/YPJ, hemû jinên kurd û gelan pîroz kir û bi wesîleya vê rojê di serî de li jinên kurd û hemû jinan ji bo ev sal bibe sala azadiya Ocalan banga bilindkirina têkoşînê kir. Xelîl destnîşan kir ku ger îro li vir karibin têkoşînekê ji bo azadiya jinê bimeşînin ev yek bi saya Ocalan pêk hatiye û ev tişt gotin: "Em dixwazin vê salê bikin sala azadiya Serokatî. Rêber Apo ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê kedek mezin da. Serokatî ne tenê têkoşîn da jinê, jinan re rêhevaltî jî kir. Ji bo ku jinê di bindestiyê de derxe kedek gelek mezin da. Bi vê dayîna hişmendiyê YPJ ava bû. Niha ger em wekî YPJ'yî karibin di eniya şer a herî pêş de cihê xwe bigirin bi saya vî ked û têkoşîna Rêber Apo ye." (fd)