Jina penaber bi firotina cilên kevn debara xwe dike 2016-04-01 09:18:55 RIHA (DÎHA) - Fatma Taha ya ku ji Sûriyeyê ji ber şer reviya û hate Rihayê, cilên kevn ên ku cîranên wê ji bo alîkariyê didin, dişo, utî dike û piştre jî difiroşe. Taha ya ku nikare kireyê mala xwe bide bi firotina cilan ve helw dide debara xwe bike. Welatiyên Sûriyeyê yên ku ji ber şerê li welatê xwe mecbûr man biterikînin û hatin bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li van deran têkoşîna jiyanê didin. Polîtîkayên AKP'ê yên der barê penaberên ku hatine Tirkiyeyê de, penaberan dixe zehmetiyê û penaberên ku naxwazin li kampan bimînin jî li malên serobero ku girtina dimînin û hewl didin jiyana xwe bidomînin. Fatma Taha ya 59 salî ku ji bajarê Îdlîbê ya Sûriyeyê koç kir hate Rİhayê yek ji penaberan e. Taha cilên ku ji bo alîkariyê dane wê difiroşe û bi vî rengî debara xwe dike. Taha bi 11 kesên malbatê re li mala ku li Pasaja Medîne ya navçeya Eyyubiye ya Rihayê kirê kirine û dimînin diyar kir ku ji Îdlîbê dema ku şer zêde bû reviyane, DAIŞ'ê ji malbata wan gelek kes qetilkirine. Taya got ku beriya saleke hatine Rihayê, ji roja ku hatine heta niha ji bo alîkariyê serî li saziyên alîkariyê dane lê kesekî alîkarî nedaya wan. Taha wiha got: "3 zarokên min hene. Em nikarin debara xwe bikin. Em ji ber şer reviyan û hatin, tiştek bi xwe re neanî. Em li vir hewl didin jiyana xwe bidomînin lê ev pêk nayê. Ez bi zarok û neviyên xwe re dijîm. Zarok xwarinê dixwazin lê ji ber ku tiştek li malê nîne dayika wan nikare xwerinê çêbike." 'Karta penaberiyê nedan min' Taha da zanîn ku hevserê wê di şer de ji lingê xwe birîndar bûye zava û kurê wê jî mirine û wiha axivî: "6 neviyên min hene. Ez li zarokên kur û keça xwe jî dinêrim. Ji roja hatime heta niha cihê ku serê lêdena nemaye lê tu alîkarî nedan. Cîranên min alîkariyê dikin. Ji bo penaberan kart didin lê min nekarî wî kartê jî bigirim. Îro jî men serî lêda lê nedan." Cilên ku didin difiroşe Taha ya cilên ku cîranên wê ji bo alîkariyê didin, dişo, utî dike û li ber deriyê mala xwe didaliqîne û difiroşe. Taha anî ziman ku gelek caran zebite tên û ji bo dezgehê xwe bigire wê hişyar dikin. Taha got ku teka çavkaniya debara wê ev cilên ku difiroşin e, bi rojê 15-20 TL qezenc dike, 400 TL kirê didin, ji bo ku bikaribe vî bide mecbûr e bixebite. (sa)