'Şer heye betalî ji heye! 2016-04-01 09:10:36 ENQERE (DÎHA) - Hêjmara karkerên betal ên li Bazara Karkeran a Ulusê ya dîmenên bazara koleyan tîne ber çavan di serdema hikûmeta AKP'ê de zêdetir bû. Karker bi taybetî piştî AKP'ê şer da destpêkirin êdî kar nabînin. Karkeran bi gotinên "Dema di zikê Enqereyê de bombe biteqin em dê çawa kar bibînin" rewşa betaliyê anîn ziman. Karkeran anîn ziman ku hikûmeta AKP'ê berî her hilbijartinê soz dide wan, lê piştî hilbijartinê rewşa wan xerabtir dibe. Li Enqereyê hêjmara karkerên betal roj bi roj zêdetir dibe. Bi taybetî piştî hikûmeta AKP'e dest bi şerê li Kurdistanê kir û polîtîkaya Şer xist meriyetê, betalî û erzaniya kedê zêdetir bû. Cihê heri zêde rengê betaliyê û koletiya hezar salan berê li be çavan radike Bazara Karkeran a Ulusê ye. Bazara Karkeran a Ulusê dîmen û wêneyên hezar sal berê yê Bazara Karker û koleyan tîne pêş çavên miroavan. Karkerên ku betal in û li kar digerin li Kolana Anafartalar a Ulusê tên cem hev û li benda karin. Karkerê kar nabînin, ji bo debarê û jiyanê bi karê zor û zahmet û karê herî giran jî razî ne. Karkerên ku serê sibê saet di 05.00-05.30'an de tên qadê, bi alav û amûrên xwe yên wekî tevşo, birek, çakuç, pense, hîtlî, matkabê tên li qada kar radiwestin û li benda kar in. Karkerên bi keda erzan û barê giran dixebitin ji ber polîtîkayen şer ên AKP'ê bi gilî û gazincin. Karker diyar dikin ku ji ber polîtîkayên AKP'ê yên şer û hatina penaberên Sûriyeyê êdî betalî û erzanî zêde bûye. Karkerên ku her roj tên Bazara kar û betal vedigerin malê bertek û nerazîbûnên xwe nîşanî polîtikayên AKP'ê dan. Karkeran destnîşan kir ku mehê 3-4 rojan kar dibînin û 26-27 rojan jî dest vala vedigerin malê. 'Hebûna şer hebûna betaliyê ye' Karkerê înşaetê Hamza Çirakoglu yê bi salan berê ji Sunurlu ya Çorumê hatiye Enqereyê, diyar kir kaosa Tirkiyeyê bandora neyînî li ser kar dike û betaliyê zêde dike. Çirakoglu, destnîşan kir ku ji ber li ser hev bomle li Enqereyê diteqin êdî nikarin kar bibînin û wiha got: "Li Tirkiyeyê êdî şer serdest e. Ji ber şer zêde bûye betalî jî zêde bûye. Mehê 2-3 rojan kar dikim û 27-8 rojan jî betalim. Debara 5 kesan dikim. Ez dê bi vî karê 2-3 rojan çawa debara malbatê bikim? Ez dê çawa pêdiviyê malê bikar bînim?" Karkerê ku nexwest navê xwe bide jî politîkayên AKP'ê rexne kir û da zanîn ku AKP di her hilbijartinê de tê soz dide wan û piştî hilbijartinê sozên xwe ji bîr dike. Karker, destnîşan kir ku ji ber li vê Bazara Kar radiwestin, rastî bertek û zextên zabitayên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqreyê yê tên. Karker, da zanîn ku ji 13 saliya xwe de karê înşaetan dike û her sibe saet di 05.30'an de ji Mamakê tê li vir radiweste û li kar digere. Penaberê Sûriyê betalî zêdetir kirin Karkerê ji Çorumê hatiye Enqereyê bi cih bûye Huseyin Unveren jî destnişan kir ku hatina penaberên Sûriyê jî bandora neyînî li ser kar kiriye û piştî penaberên Sûriyê zêde bûne betalî zêdetir bûye. Unveren, da zanîn ku piştî penaberên Sûriyê hatin vir êdî ked erzan bû û wiha got: "Berê em rojê bi 100 hezar TL dixebitîn, lê piştî karkerên Sûriyê hatin em rojê 30-40 TL dixebitin. Kesên li kar digerin li şûna karkerekî 2-3 karkerên Sûriyeyî digire. Karkere bi navê Abidin Sinan (50) jî anî ziman ku ew mehê 4-5 rojan kar dibînin û betalî gelek zêde bûye. Sinan, da zanîn ku zêdebûna karkerên biyanî bandorê li ser betaliyê dike. (mae)