Xwendekarên Vakfa Ensar şermezar kirin rastî êrîşa polîsan hatin 2016-03-29 14:20:18 KOCAELÎ (DÎHA) - Xwendekarên jin ên Zanîngeha Koçaelî yên Vakfa Ensar û Wezîra Polîtîkaya Malbat û Civakê şermezar kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan jinek binçav kirin. Endamê Piştevaniya Jinên Nar ên Kocaelî û Kolektifa Jinan ên Zaningeha Kocaeliyê, bi boneya istîsmara li dijî xwendekarên Vakfa Ensar û helwesta Wezîra Polîtîkayên Malbatî û Civakî Sema Ramazanoglu şermezar bikin çalakî pêk anîn. Endamên jin li Kampusa Umuttepe ya zanîngeha Kocaelî kom bûn û çalakî pêk anîn. Jin li ber Fakulteya Ragihandinê li hev kom bûn û heta tesîsên civakî meşiyan. Jinan di çalakiyê de pankarta "Bila Vakfa Ensar a tecawizkar bê girtin" vekirin û siloganên "Ji fetvayan re inat bijî hayat" û "Bila Ensarê tecawizkar bê girtin", "AKP destê xwe ji ser zarokan bikişîne" berz kirin. 'Bila wezîr îstîfa bike û Vakfa Ensar bê girtin' Piştî meşê li ser navê Jinan Selin Biçer, daxuyanî da û xwest Vakfa Ensar a Karamanê ku 45 zarok lê rastî tecawizê hatibûn bê girtin. Bîçer xwet Wezîra Polîtîkayên Malbatî û Civakî carekê îstîfa bike. Biçer, xwest Vakfa Enser jî bê girtin. Piştî daxuyaniyê polisan êrîşî xwendekaran kir. Polîsan bi hinceta wêneyên Tayyip Erdoğan û Sema Ramazanoglu bilind kirine jina bi navê Bilge A. binçavkirin. (mae)