Gulikên li herêma qedexe daketin sûka Dêrsimê 2016-03-29 09:03:25 DÊRSIM (DÎHA) - Li Dêrsimê Gulikên li çiya û zozanên bilind şîn dibin, bi hatina baharê de mezin bûn û ji xwarinê re amade ne. Welatiyên Dêrsimê li gel qedexeyên zozan û çiya dîsa diçin Gulikan kom dikin li ser dezgehan dest bi firotinê dikin. Li Dêrsimê teamê bi navê Gulik ku li çiya û zozanên bilind şîn dibe, bi hatina baharê re mezin bûn û êdî hatin asta xwarinê. Welatiyên ku bi taybetî debara xwe bi komkirina Gulikan dikin, bi kedek mezin diçin li çiyayên bilind kom dikin û li ser dezgehan difiroşin. Welatî bi çewalan li çiyayên bilind van Gulikan kom dikin û li pişta xwe dikin û li dezgehên sûkê difiroşin. Gulikên ku dişibin Ispanakê xwedî tamek xweşin. Welatî gulikên ku ji çiyê kom dikin li ser dezgeha difiroşin. Îsal ji ber şer buhayê Gulikan li gorî salên borî girantir e. Bi taybetî ji ber Walîtiya Dêrsimê 11 herêm li welatiyan qedexe kir welatî nikarin zêde biçin Gulikan kom bikin. Welatiyê bi navê Ender Ekici ku Gulikan ji Çiyayê Dêrsimê kom dike, diyar kir ku ji ber zozan û çiya hatine qedexekirin nikarin bi rehetî kom bikin. Ekîncî, bilêv kir ku ji ber zozan qedexe ne hindik kom dikin û ev bandora xwe li ser buhayê wê jî dike. Ekîncî, bilêv kir ku nêzî 20-30 diçin çiya û zozanên bilind Gulikan kom dikin û ji nava berf û heriyê kom dikin. Ekicî, bibîrxist ku komkirina Gulikan pir zor û zahmet e û wiha got: Piştî em wan kom dikin em bi çewalan tînin bajar. Em bi firotina van Gullikan debara xwe dikin. Îsal ji ber herêm qedexe ne em nikarin zêde kom bikin. Gulik ji bo gelek welatiyan çavkaniya debarê ye. Yek ji rengê xwarina herêmê ye. Îsal em kîloya wê bi 5 TL difiroşin. Em rojê 50 kîlo kom dikin. Wekî Ispanak ê ye. Di gelek cureyên xwarinê de tê xwarin û tama wê pir xweş e. Ev jî çavkaniya debarê ye. " (mae)