Jinên Îzmirî: Pêwiste hemû jin li dijî îstîsmarê derkevin 2016-03-29 09:03:15 ÎZMÎR (DÎHA) – Jinên Îzmirî, bertek nîşanî îstîsmara li dijî 45 xwendekarên jin ên li Yurda Vakfa Ensar a Karamanê dağn û xwestin hemû jin li hemberî îstîsmara li ser jinê pêş dikeve dengê xwe bilind bikin. Jinan bang li Wezîra Polîtîkayên Malbatî û Civakî Sema Ramazanoglu jî kirin û xwestin Vakfa Ensar bigire. Bertek û nerazîbûnên li dijî îstîsmara li ser zarokên ku li yurdên Vakfa Ensar pêş ket zêde dibin. Jinên Îzmirê jî bertekên xwe anîn ziman û xwestin Vakfa Ensar a ku zarok rastî îstîsmara zayendî hatin bê girtin. Jinên Îzmirî destnîşan kirin ku di bin çavdêriya dewletê de wekî "Vakfa ji bo xizmeta cemaweriyê" dixebite, lê 45 xwendekarên yûrda Vakfa Ensar ên Lîseya Îmam Hatîp a Anadolu û Komeleya Endamên Mezûnên Lîsyeya Îmam Hatîpê (KAİMDER) rastî destdirêjî û îstîsmarê hatine. Jinan, da zanîn ku destdirêjiya mamosteyê M.B. skandal e. Jinan xwest Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê Sema Ramazanoglu îstîfa bike û Vakfa Ensar kilît bibe. ‘Divê em jin dengê xwe bilind bikin' Jina bi navê Zuhra Yildirim diyar kir ku di demên dawî de ew bûyerên tacîz û tecawizê du dem dem dibihîstin êdî bi komî pêk tên. Yildirim, anî ziman li hemberî vê destdirêjiyê bêdengiyek mezin heye û wiha got: "Şerê zêde van bûyerên bi vî rengî sor dike. Li şûna zarok di van Vakfan de bên parastin, Ger ku kes li hemberî vê rastiyê deng dernexin em wekî jin dê dengê xwe bilind bikin. Divê em jin dengê xwe bilind bikin û zarokên xwe biparêzin. Jina bi navê Şenay Çagiran jî anî ziman ku îstîsmara li ser zarokan li Tirkiyeyê ne bûyerek nûye û wiha got: "Divê li hemberî van bûyeran tedbîrên zagonî bên girtin û sûcdar bên cezakirin. Wezîra Polîtîkayên Malbatî û Civakî dibêje "Bi carekê tişt nabe. Bi vê gotinê vi sûcî û vê Vakfê diparêze. Di peymanên NY û UNESCO de îstîsmara li dijî zarokan sûcê mirovahiyê ye. Tirkiye îmze avêtiye bin vê peymanê û divê vê peymanê biparêze. Divê Wezîr Ramazanoglu îstîfa bike û Vakfê bigirin. Em nikarin li hemberî îstîsmara zarokan bêdeng bimînin. Em bang li hemû qadên civakê dikin ku li hemberî vê yekê bêdeng nemînin." Jina bi navê Nefise Selçuk Bekev jî xwest jin serî li hemû rêyên hiqûqî bidin û zarokên xwe ji van bûyeran biparêzin. (mae)