BÎKG çû serdana 'Nobeta azadiyê' 2016-03-27 14:22:48 STENBOL (DÎHA) - Endamên BÎKG'ê çûn serdena "Nobeta azadiyê" ya ku li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji bo serbestberdana akademîsyenan hatiye destpêkirin. "Nobeta azadiya" ya ku ji bo akademisyen Esra mungan, muzaffer Kaya û Kivanç Ersoy ên ku belavoka "em ê nebin şirîkî vî sûcê" hatin girtin, bên berdan li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hatiye destpêkirin di roja 4'emîn de ye. Endamên Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan (BÎKG) çûn serdana nobetê. Ji Zanîngeha Bogazîçî ku Esra Mûngan hinkera wê derê ye gelek akademîsyen beşdarî nobetê dibin û li ber girtîgehê "Ji akademîsyenên girtî re azadî" "Ji bo akademîsyenên aştiyê dixwazin azadî" hatin vekirin. Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu jî piştgirî da nobetê jinan li hemberî di tecrîdê girtinê ya Mungan nerazîbûn nîşan dan. Jinan xwestin Mungan bê berdan. (sa)