Di saleke de 300 lêpirsin 7 sirgun 2016-03-26 09:14:16 MÛŞ (DÎHA) - Li Mûşê ji ber pêkûtiyên hikûmeta AKP'ê ya li hemberî xebatên sendîkayan di saleke de 300 lêpirsîn li kedkaran hate vekirin û 7 kes jî hatin sirgunkirin. Sekreterê Hiqûqê yê Egîtîm-Sen'ê Neşet Baltaş biryarên ku hatine girtin wekî biryarên nehiqîqî û bi nifrînê hatine girtin nirxand. Hikûmeta AKP'ê ya ku li Kurdistanê şer dide meşandin yek ji qada ku hedef girtiye jî sendîka ne û pêla lêpirsînê ya li hemberî kedkaran didome. Li Mûşê di nava saleke dawî de di encama pêkûtiyên li dijî endamên Platforma Şaxên KESK'ê yên Mûşê de li 300 kesan lêpirsînên edlî û îdarî hatine vekirin. Di çarçoveya lêpirsînan de 3 endamên Egîtîm Sen'ê sirgunî bajarên cuda hatin kirin, 4 mamoste jî di hundirê bajar hatin sirgûnkirin, dema peywirê rêveberên ku endamên sendîkayê ne jî nayê dirêjkirin. Hemû duxayaniyên ku ji bo qatlîama Enqereyê ya 101 kesan jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyên ji bo qatlîama Roboskê rastî lêpirsînan tên. Sekreterê Hiqûqê yê Egîtîm-Sen'ê Neşet Baltaş diyar kir ku ji aliyê îxtidara siyasî ve bi zanebûn hatine hedefgirtin. 'Wekî dijmin nêzîkî endamên me dibin' Baltaş bilêv kir ku di pêvajoya şer a ku AKP'ê daye destpêkirin de rastî lêpirsînên cidî tên û bi taybetî jî dema ku Seddar Yavuz wekî walî hate tayînkirin li dijî qada sendîkayan êrîşên cidî pêk tên. Baltaş destnîşan kir ku ji ber ku mafên xwe yên qanûnî bi kar tînin, ji ber daxuyanî û meşên hatine kirin de li endamên wan lêpirsîn tê vekirin. Baltaş sirgunên ku hatine kirin mînak da û wiha got: "Em bi nêzîkatiyên wekî cudakarî û sûcên nifrînê ne dikare bê pênasekirin re rû bi rû ne. Wekî dijmin nêzîkî endamên sendîkaya me dibin. Mamosteyê li dijî Midûrê Perwerdehiyê ya Neteweyî nerazîbûn nîşan da hate sirgûnkirin Baltaş anî ziman ku di dema lêpirsînan de bi mînakên trajîkomîk re rû bi rû dimînin û wiha axivî: "Mînak dema ku Midûrê Perwerdehiya Neteweyî Cevdet Aslan diçe dibistanekî dibêje ÎMC xayîn e û divê kes temaşe neke. Piştre jî dibêje ji sedî 20 ê Meclîsê ji xayînan pêk tê. Sendîkaya me jî reş dike û tiştên ku tu eleqeya wî bi perwerdehiyê re tuneye tîne ziman. Hevalekî me ji ber ku ji vê nêzîkatiyê aciz dibe nerazîbûnên xwe tîne ziman û dibêje ku gotina xayîn a têkîldarî kanala televîzyonê ne rast e, her kanal li gorî xeta xwe ya weşanê temaşavanên wan hene. Dîsa li hemberî gotina ji bo meclîsê jî dibêje ku ew vî nêzîkatiyê rast nabînin. Ji ber van gotinan li hevalê me lêpirsîn hate vekirin û ji anvenda bajar sirgûnî bajarokê hati kirin." 'Hemû biryar derveyî hiqûqê ne' Baltaş bilêv kir ku dema peywira endamên wan ên rêveber nayê dirêjkirin û nirxandina "Di vî mijarê de tekane şert ev e, heke endamê Egîtîm Sen'ê be dema peywirê nayê dirêjkirin. Heke endamê sendîkaya alîgir be dema peywira wî tê dirêjkirin. Biryarên ku tên girtin hemû derveyî hiqûqê û bi nifrînê tên girtin in" kir. Baltaş herî dawî anî ziman ku ew ê ligel hemû pêkûtiyan jî têkoşîna xwe ya maf û kedê bidomînin. (sa)