Rahşan bi tiliyên agir pêketî nîşaneya serkeftinê dida! 2016-03-19 09:06:25 ÎZMÎR (DÎHA) – Rahşan Demîrel a dî salên 1990’î de li hember polîtîkayên înkar û îmhayê di roja Newrozê de bû yek ji sembolên berxwêdêr ên Newrozê bi helwesta xwe nîşan dabû ku çirûskên agirê Newrozê li Îzmirê belav dibin. Kekê Rahşan, Nusret Demirel behsa jiyan û têkoşîna wê kir û wiha got: “Rahşan zilma li hember gelê kurd pêk dihat qebûl nekir û bedena xwe bî agirê Newrozê kir yek.” Rahşan Demirel di 15 Tebaxa 1975’an de li navçeya Nisêbînê ya Merdînê hat dinê. Rahşan û malbata wê jî ji sedan malbatên ku ji ber valakirin û şewitandina gundan koçî Kadîfekaleya Îzmîrê bûne ye. Rahşan dema 1 salî bû malbata wê koçî Îzmîrê kir û ji ber derfetên aboriyê dayika Rahşan di fabrikayekê de dest bi kar kir. Rahşan ligel ku Kadîfekaleyê gelek hez dikir jî tu carê koçkirinê qebûl nekir. Jiyaneke bi pirsan dixwest bigihije heqîqetê Rahşan hêj di salên xwe yên biçûk de geşedan û zordestiya li Kurdistanê pêk dihat dişopand û bi temamiya emrê xwe pirsên wek “Ez ji ber çi nikarim bi zimanê xwe biaxivim, mirov tên qetilkirin û mîn ji ber kurditiyê cuda dîbînin” li xwe dikir. Rahşan a her tim kurdên Îzmîrê yên dihatin pişavtin li xwe dikir dert û li hember vê jî fedakirina hin kesan difikirî. Her wiha li hember van polîtîqayan Rahşan polîtîqayên berxwêdêr diparast. Kadîfekele gelek xweş e lê... Rahşan ligel ku ji welatê xwe hat dûrxistin jî navçeya Kadîfekaleyê gelek hez dikir û hestên xwe dema bi hevalên xwe re digeriya dianî ziman. Rahşan dîsa dema li Kadîfekaleyê digeriya ev tişt ji hevalên xwe re gotibû: “Kale tu gelek xweş î lê belê qirêjiya derdora te jî te dixeniqîne. Lê dê rojek were mirov dê li hember te serî bitewînin û tu yê ji bo mirovahiyê bibî dîrokek. Ez jiyanê gelek hez dikim û bala min li hember her tiştê derdorê heye. Ligel ku ez li vê derê nehatime dinê jî divê ez dîroka vir bizanibim.” Pirsa ‘Em çima tiştekî nakin?’ li dayika xwe dikir Di sala 1990’an de bandora serhildana li Nisêbînê dest pê kiribû li Kadîfekaleyê jî kiribû. Di serdemeke ku gelê kurd gihiştibû rihê berxwedanê, rihê berxwedanê Rahşan jî anîbû ser xwe. Nisêbîn ji bo Rahşan di ciheke cuda de bû. Ji ber vê jî komkujiyên li wir pêk dihat li cem Rahşan bibû sedema lêgerînek. Rahşan di van salan de ligel temenê xwe yê biçûk jî ketibû nav hêrseke mezin û hêrsa wê ji temenê wê mezintir bûbû. Welatiyên kurd ên li Kadîfekaleyê dijîn jî wê demê Rahşan wek zarokekê biçûn a di çalakiyan de herî pêşiyê de kevir diavêje nas kir. Rahşan rojekê ji dayika xwe “Li Cizîrê welatiyên me tên kuştin. Kurdan qetil dikin. Em çima tiştekî nakin?” gotibû û ev jî nîşaneya herî baş a wê nîşan dide. ‘Bi lastîkan nebe jî em ê bi canê xwe Newrozê pîroz bikin’ Rahşan a ket bandora serhildanên Cizîrê yên di sala 1992’an de pêk dihat, qedexekirina Newrozê jî di televîzyonekî de temaşe kir.Gotinên “Îsal Newroz dê neyên pîrozkirin. Kesên pîroz bikin jî dê tişta hewce bê kirin” dema ji devê Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Îsmet Sezgîn derdiket, Rahşan jî di 22’ê Adara 1992’an de ji malê derket û li ser kartoneke biçûk nivîsa “Ez xwe dixim cihê Newrozê. Ez mecbûr im bersiva Cizîr, Nisêbîn û Mêrdînê bidim. Hûn li min xwedî derkevin. Ez agahî didim Sezgîn dê Newrozê were pîrozkirin. Bi lastîkan nebe jî em ê bi canê xwe Newrozê pîroz bikin.” Demirel ji malê derketibû û li Kadîfekaleyê di ciheke ku hemû bajêr dibîne bi bîdoneke gazê xwe veguherand agirê Newrozê. Bi tiliyên agir pêketî nîşaneya serkeftinê dida... Dayîk û xwişka Demirel piştî nîşeyê xwendin bi kartona ku li ser nîşe hatibû nivîsand derketin derve. Welatiyên kurd her cihê Kadifekaleyê bi rengên kesk, sor û zer xemilandibûn û polîsan jî her cihê dorpêç kiribû. Kesên ku tiliyên agir pêketîbû û nîşaneya serkeftinê dida didîtin jî matmayî mabûn. Hêzên ewlehiyê jî dixwestin bêgahiya welatiyan cenaze defin bikin. Dema polîsan ji bo otopsiyê xwest Rahşan bigire dayikê ji wan re “Heke hûn wê bigirin ez ê jî xwe bişewitînim” gotibû û wan asteng kiribû. Demirel piştre li Nisêbîna ku lê hat dinê hat definkirin. Li hember pirsa ‘ji bo çi?’ kulmek ax Hêzên dewletê ji bo ku bêdeng cenaze were definkirin gelek hewl da. Malbatê dema cenaze dibir Nisêbînê pêşiya wan ji aliyê leşkeran ve hat birîn û Velî Kuçuk ê Fermandarê Tabura Nisêbînê yê wê demê dest danî ser cenazeyê û di qereqolê de îşkence li dayikê kir. Lê ligel hemû zordestiyê malbatê cenaze li Nisêbînê defin kir. Her wiha axaftina di navbera Kuçuk û dayika Demirel de derbas bû jî hê jî di bîra mirovan de ye. Kuçuk wê demê li wêneyê Rahşan nêrî û ji dayikê re “Keçek bedew e. Ma ji bo çi?” pirsî. Dayikê jî ji erdê kulmek ax girt û got ku ji bo vê yekê, ji bo axa xwe. ‘Bêdengiya li hember zilmê qebûl nekir’ Kekê Rahşan, Nusret Demirel da zanîn ku xwişka wî xwedî riheke şoreşger bû û gotina Rahşan a “Bila xwedê emreke dirêj bide Ocalan da ku azadiya gelê kurd jî zûtir pêk bê” bi bîr xist. Kek Demirel destnîşan kir ku Rahşan piştî çû Nisêbînê û vegeriya bêdengiya mirovan qebûl nekir. ‘Rahşan bi bedena xwe Newroza gelê kurd pîroz kir’ Kek Demirel got ku Rahşan bi agirê Newrozê xwe kir yek û nîşan da ku bi bedenê ve be jî Newroz tê pîrozkirin. Kek Demirel diya kir ku Rahşan bi bedan xwe Newroza gelê kurd pîroz kiriye û wiha got: “Rahşan li hember feraseta astengker vê çalakiyê li dar xist û bû dengê azadiyê ya gelê kurd. Niha sêpanên li Sûrê wekî salên 92’an e. Ez naxwazim tu ciwanek me êdî bimire.” ‘Agirê Newrozê yê Mazlum, Rahşan û Zekiyeyan careke din pêxin’ Demirel anî ziman ku Rahşan, Mazlum û Zekiye bûne meşaleyên gelê kurd û wiha berdewam kir: “Rahşan bû mîladek. Em jî dixwazin ev Newroz di nav aştiyê de werin pîrozkirin. Em bi hev re agirê Newrozê yê Mazlum, Rahşan û Zekiyeyan careke din pêxin.” ‘Di Rahşan de hestê şer û azadiyê heye’ Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî derbarê çalakiya Rahşan de van tiştan dibêje: “Li kela Îzmirê çalakiya xwe şewitandinê heye. Gelek keçên berxwêdêr yên wekî Rahşan hene. Niha rastiyeke Mêrdîna Kurdistanê a li wir derketiye holê heye. Di vê keçê de hestê şer û azadiyê heye. Lê belê xwe zeyîf e. Şerê rêxistinî rastiyê jî didixe bandora xwe. Rojên Newrozê jî lez in. Diyar e ku xwe dixwaze bide şerê azadiyê û tiştek bike. Lê hest ji asta rêxistinî û teoriyê derbastar dibe û ji ber vê jî dikeve nav çalakiyek cuda. Şertên jiyanê yên şermê bi serhildêriya Newrozê dibe yek û di encamê de jî çalakiyeke meşaleyî derdikev holê.” (gka)