Jinên wanî dê bi rengên biharê li qada Newrozê bin 2016-03-13 09:20:23 WAN (DÎHA) - Jinên wanî cilên xwe yên neteweyî yên kesk û sor û zer ve amadekariya Newrazo dê 19'ê Adarê de bê pîrozkirin dikin. Cilên neteweyî jî camekanên firoşgehan xemilandin. Li Kurdistanê yek ji nîşaneya herî girîng cilên neteweyî yên ku jinên kurd li xwe dikin e. Li Wanê cilên neteweyî ji bo Newroza ku dê li bajar di 19'ê Adarê de bê pîrozkirin ji niha ve camekanên firoşgehan xemilandin. Jinên wanî bi nêzîkbûna Newrozê ve ji bo cilên xwe yên rengîn ji niha ve amadekariyan dikin. Li bajar dirûnkeran diyar kirin ku di van rojan herî zêde cilên neteweyî tê xwestin. Ji dirûnkeran Felek Karabulak diyar kir ku jin ji bo cilên neteweyî sparîş didin. Karabulak destnîşan kir ku jin jibilî cilên rojane, cilên bi rengên kesk û sor û zer tercîh dikin û wiha got: "Jin jibilî cilên xwe yên rojane ji bo Newrozê cilên rengîn û rengên Kurdistanê yên kesk û sor û zer tercîh dikin û bi van rangan cil didin dirûtin û dikirin." Jin dê bi rengên biharê li qadê bin Ji dirûnkeran Nahîde Karakoyun jî got ku jin bi cilên xwe yên rengîn ve hem reng didin jiyanê hem jî Newrozê. Karakoyun anî ziman ku jin dê bi hemû rengan beşdarî Newroza 2016'an bibin. Karakoyun diyar kir ku jin hatina biharê bi cilên xwe yên rengîn nîşan didin û wiha got: "Jinên kurd hem xwedî li rengên xwe derdikevin hem jî xwedî li çanda xwe derdikevin." 'Gurahiya Newrozê didome' Sedef Duman jî bilêv kir ku ji bo Newrozê bi rengên ku jin tercîh dikin cilan amede dike û ji niha ve cilên neteweyî zêde tê firotin. Duman anî ziman ku wekî her salê îsal jî gurahiya Newrozê zêde ye û wiha axivî: "Her sal gurahiya ku em di Newrozan de dijîn îsal jî heman tişt heye daxwaza ji bo cilên neteweyî zêde ye." (sa)