'Dewlet ji jinên kurd ên pêşeng ditirse' 2016-03-11 09:08:02 WAN (DÎHA) -Rêvebera Yekitiya Rêveberiyên Herêmî a DBP'ê Şehzade Kurt derbarê 5 hevşaredarên ku li Wanê hatin girtin nirxand û diyar kir ku dewlet bi jinên kurd ên pêşengitiyê dikin ditirse û bi girtin û binçavkirina jî dixwaze bandoreke derûnî pêk bîne. Li Kurdistanê di operasyonên qirkirina siyasî de bi taybetî siyasetmedarên jin hedef tên girtin. Ji meha Tîrmehê vir ve li Wanê 5 hevşaredarên DBP'ê hatin girtin. Hevşaredara Ercişê Diba Keskin, Hevşaredara Şaxê Evin Kevê, Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagcı û Hevşaredara Artêmêtê ji ber hincetên îxtimala îlankirina rêveberiya cewherî heye an jî rêveberiya cewherî îlan kirine hatin girtin û bi heman hincetan Hevşaredara Riya Armuşê Aygul Bidav û Rojbin Sevin Çetin ji pêywirê hatin dûrxistin. Rêvebera Yekitiya Rêveberiyên HerÊmî a DBP'ê Şehzade Kurt van girtinan bi gotinên "Ev operasyon û hedef girtina siyasetmedarên jin mêjûyê zayendparêst nişan dide" nirxand. Kurt diyar kir ku 100 sal berê jî dewlet bi vê aqlî tevdigeriya û wiha axivî: "Hedefgirtina siyasetmedarên jin ên kurd û gef tirsa dewletê ya li hember jinên birêxistinbûyî nîşanî me dide. Dewlet bi jinên kurd ên pêşeng ditirse. Bi girtin û binçavkirina jî dixwaze bandoreke dêrûnî pêk bîne." 'Em ê li têkoşîna jinên dîl xwedî derkevin' Kurt, Hevşaredar Evin Kevê ku bi hinceta "Dibe ku xweseriya demokratîk îlan bike" hat girtin mînak da û wiha berdewam kir: "Serokwezîrê vî welatî dibêje 'lîsteya navên DAIŞ'ê yên bombe biteqînin heye lê belê beriya bikevin nav sucê em nikarin mudaxale bikin' Lê belê jineke kurd bi hinceta îxtimalê tê girtin. Dewlet bi van kirinan nikare jinên kurd bitirsîne em ê tu carî ji têkoşîna xwe venegerin û li têkoşîna jinên dîl jî xwedî derkevin." 'AKP ji siyaseta jinan ditirse' Hevseroka DBP'ê ya Wanê CAziye Duman jî got ku dewlet ji jinên siyasetê dikin ditirse û ev tişt gotin: "Sedema vê jî jin li aliyê aştî û demokrasiyê ne. Ji ber vê siyasetmedarên kurd ên jin di hedefê de ne. Heya em bêhnê werbigirin û sax bin jî em ê li van hevalên xwe xwedî derkevin." 'AKP dixwaze vîna jinan tasfiye bike' Rêvebera HDP'ê ya Wanê Şukran Şen jî got ku yekane armanca dewletê jinan ji siyasetê paşve bikişîne ye û wiha got: "Em ê bi mîrateya jinên ku ji hêza xwe ji têkoşîna azadiyê digirin xwedî derkevin û têkoşînê bilindtir bikin." (gka)