Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê rapora 'stargehan' aşkera kir 2016-03-10 15:48:40 AMED (DÎHA) - Komîsyona Jinê ya ÎHD a Amedê bi 17 jinên ku li stargehên li bajar dimînin re hevdîtin pêk anî û "Di rapora xwe ya rewşa jinên li stargehên Amedê dimînin de" bal kişandin li ser şîdet û pêkûtiya ku vegerin li mala xwe ya şîdetê dibînin. Komîsyona Jinê ya Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê "Rapora têkîldarê rewşa jinên li stargehên Amedê dijîn" li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekî parve kirin. Jinên ÎHD'î di çarçoveya rapora ku amade kirine de bi 17 jinên ku zewicî, zarokên wan hene û yên nezewicî ne ne hevdîtin pêk anî. Endama Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê Gulîstan Yalçin der barê hevdîtinên kirine de agahî da û diyar kir ku tespît kirine ku tu dahata 15 jinan tuneye, ji ber ku jinek xwendekar e burs digire, jinek jî bi mehaneya bavê xwe ve debara xwe dike. Yalçin anî ziman ku 13 jinên ku ku şîdet dibînin serî li rêxistinên jinan, yekîneyên girêdayî rêveberiyên herêmî û partiyên siyasî dane û di encama van hevdîtinan de berê wan dane stargehan, 4 jinan jî ewil serî li qereqolê dane. Yalçin da zanîn ku jinên ku serî li qereqolê dane ji wan 3 jin, peywirdaran ji bo ku vegerin mala xwe ya şîdet didîtin pêkûtî li wan hatiye kirin. Yalçin destnîşan kir ku li stargehan pêdiviyên jinan ên wekî cih, paqijî û tenduristiyê tên bicihanîn, perwerdehiya zarokan û lîstîkên wan ji aliyê pisporan ve û xebatkarên civakî ve tê bicihanîn, şert û mercên stargehan têrê dikin. 'Jin xwe di ewlehiyê de hîs dikin' Yalçin bilêv kir ku di hevdîtinan dîtine ku 11 jin dixwazin bixebitin, 4 jin ji ber ewlehiyê naxwazin bixebitin, yek jî di warê xebatê de fikra wê tuneye yek jî ev pirs bêbersiv hiştiye, dîsa ji wan 5 jin der barê pêşeroja xwe de tu plan û fikra wan tuneye 12 jin jî ji bo pêşerojê plan û bendewariyên wan hene. Yalçin daxwazên jinên ku bi wan re hevdîtin pêk anîn jî wiha anî ziman: "Divê cezayên kesên şîdetê pêk tînin pêximker be, baweriya li hemberî saziyên dewletê kêm bûye sedema vê yekê jî ew e ku li ŞONÎM û qereqolan ji bo ku vegerin malên xwe yên ku şîdetê dibînin e, pêvajoya hiqûqê dereng pêş dikeve der barê pêvajoya serlêdanê de divê di raya giştî de hem nivîskî û hem jî dîtbarî agahdarî çêbibe, jibilî vê derfetên perwerdehî û kar bên amadekirin ji bo zarokan jî berdewama perwerdehiyê hebe." Di çarçoveya raporê de hin daxwaz û pêşniyar jî wiha hatin rêzikirin: * Ji bo pêşîlêgirtina şîdeta li hemberî jinan peywirên ku Pemana Stenbolê dixe ser milên dewletan, tedbîrên tên girtin bi rêxistinên jinan û rêxistinên civakî yên sivîl ve bên amadekirin, jin bên xurtikirin ji bo newekhevî û cudakarî ji holê bê rakirin polîtîkayên piralî bên diyarkirin û bikevin jiyanê. * Divê dayuniyên jinan bên esasgirtin, rêbazên wekî navbeynkarî di bûyerên şîdeta li hemberî jinan de neyên pêkanîn, bên qedexekirin. * Divê xebatkarên li ŞONÎM û saziyên fermî de der barê wekheviya cavakî û mafên mirovan de kesên perwerde bûne pêk bên. Divê der barê xebatkarên ku nêzîkatiya cudakar dikin de karên fermî bên kirin. * Ji bo ku jin der barê jiyana xwe de bibin xwedî gotin derfetên xebatê bên avakirin, qadên îstîhdamê bên vekirin. * Divê di darazê de polîtîkaya necezakirinê bi dawî bibe. (sa)