Jinên geverî qatlîamên li dijî jinan şermezar kirin 2016-03-10 14:58:12 COLEMÊRG (DÎHA) - Navenda Şewirmendiya Jinê Sosin a Geverê qetilkirina du jinan li gundê Xalane şermezar kir û hate daxuyandin ku qetilkirina jinan di 8'ê Adarê de jî nîşan dide ku hîşmendiya şîdetê ya zilam tu rojan naguhere. Navenda Şewermendiya Jinê Sosin a Gevera Colemêrgê li gundê Xelanê di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de qetilkirina du jinên bi navê Şukran Durmaz û Hediye Durmaz bi daxuyaniyekî şermezar kirin. Endamên KJA, xebatkarên Navenda Jinê ya Bajaroka Bajêrgehê, xebatkarên Navenda Şewermendiya Jinê Sosinê jî di nav de gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê jinan Civaknas Gulîstan Selen axivî û qatlîamên li dijî jinan şermezar kir. Selen diyar kir ku qetlîama di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de pêk hat diyar dike ku hişmendiya tundiya li ser jinê di hemû rojan de wek hev e. 'Hişmendiya mêr û ya dewletê li ser jinê yek e' Selen destnîşan kir ku heta hişmendiya tund hebe dê qetliamên li dijî jinê jî berdewam bike û wiha berdewam kir: "Jin her tim rastî tundiya mêr tên. Ji ber ku heta niha ji bo qanûnek bingehîn nehatiyê sazkirin mêr dikûje dewlet diparêze. Hişmendiya mêr û ya dewletê li ser jinê yek e. Jinên ku jî aliyê hêzên dewletê ve hatin qetîlkirin û bedenên wan tên teşhîr kirin jî mînakek jî vê hişmendiyê ye." Selen da zanîn ku bedenên tên teşhîrkirin ne bedenên jinê ye feraseta dewletê ye. Selen di berdewamiya axaftina xwe de got ku ew wek jinên Geverê tu caran li hemberî qatlîamên li dijî jinan bêdeng nemînin û heta dawiyê ew ê li dîjî hişmendiya desthilatdara zilam têbikoşîn. (kom/sa)