Jinên NÇM'î 8'ê Adarê pîroz kirin 2016-03-09 09:25:21 RIHA (DÎHA) - Xebatkarên Navenda Çand û Hunera Rihayê û hevparên KJA'yê yên Rihayê 8'ê Adarê pîroz kirin. Xebatkarên Navenda Çand û Hunera Rihayê û hevparên KJA'yê yên Rihayê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê pîrozbahî li dar xistin. Bernameya li avahiya NÇM'ê pêk hat bi rêzgirtinê dest pê kir. Jinên ku bi cilên xwe yên neteweyî hatibûn bernamê dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Li ser navê KJA'yê Fatma Turkgozu axivî û diyar kir ew ê her tim di riya Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar, Leyla Qasim û Sakîneyan ve biçin. Turgozu bilêv kir ku ew ê li dijî feraseta desthilatdar li hemû qadên jiyanê berxwedana xwe xurt bikin û got ku jinên kurd ew ê aştiyê bîne Kurdîstanê. Piştî axaftinê jinan şano hate pêşandan û helbest hatin xwendin. Piştre jî qurnefîl hatin belavkirin. Bername bi stranên Koma Welat a NÇM'ê ya Rihayê dawî bû. (msd/sa)