Jinan ji qadan peyama 'em ê tu astengiyan nas nekin' dan 2016-03-08 15:14:36 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Bi hezaran jinên ku li gelek navendan ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê daketin qadan û diyar kirin ku ew ê ligel qedexe, astengî û êrîşan li dijî feraseta desthilatdar li malê, qadan li hemû qadên jiyanê berxwedana xwe xurt bikin. ENQERE Jinên endamên DÎSK'ê li cadeya Sakaryayê hatin cem hev. Jinên endamê KESK û TMMOB'ê û gelek jinên din jî piştgirî dan çalakiyê. Jinan pankarta "Em ji bo nasname û bedena xwe dimeşin" vekirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" "Dewlet destê xwe ji bedena jinê vekişîne" berz kirin. Li ser navê Jinên KESK'ê Gulîstan Atasoy axivî û wiha got: "Em şerê ku li ser me ferz dikin red dikin. Em li dijî jiyana koledariyê xwedî li keda xwe derdikevin. Heta ku edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin." Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî diyar kir ku jin dê li dijî hemê neheqiyan li qadan bin û wiha axivî: "Heta ku polîtîkayên AKP'ê yên dijberî jinan hebin em ê li her derê li qadan bin." Çerkezoglu destnîşan kir ku di serî de Sûr û Cizîr li her derê ku pêkûtiya dewletê heye jin herî pêş de têkoşînê didin û wiha got: "Îro dema ku em dinêrin li kû derê zilm hebe li wir jin hene. Li Artvîn, Sûr û Cizîrê li her derê ku zilma AKP'ê heye jin jî hene." STENBOL Piştevaniya Parêzerên Jin a Stenbolê li ber Edliyeyê Stenbolê daxuyanî dan. Jinên ku pankarta "Li dijî qedexe, şîdet û şerê we bijî piştevaniya jinan" vekirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" "Bijî piştevaniya jinan" berz kirin. Li ser navê jinan Ezgî Duman axivî û diyar kir ku jin di bin parastina dewletê de li edliyeyan tên qetilkirin. Duman wiha axivî: "Dadgeh cezayên kesên ku jinan dikujin kêm dikin. Em li edliyeyan ligel li li ser me cubeyên me hene jî rastî tacizan tên. Em rastî cudakariya dozger û dadgerên zilam tên." Daxuyanî bi çepik û sloganan bi dawî bû. Piştre parêzerên jin xwestin biçin odeya Dozgerê Komarê yê Stenbolê Adem Meral ê der barê wan de lêpirsîn daye destpêkirin lê bi îdiaya ku Meral ne li odeya xwe ye nehiştin parêzer jin hevdîtinê pêk bînin. SAKARYA Endamên OGDK'ê, li Zanîngeha Sakaryayê li pîsta helîkopterê hatin cem hev û daxuyanî dan. Xwendekarên ku pankarta "Bijî têkoşîna jinan" vekirin dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin. Salîha Aras a li ser navê xwendekaran axivî diyar kir ku ew ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê rastî şîdet, tacîz û tecawizan tên û wiha got: "Dewlet li ser nasnameya jinan tehdîdê pêk tîne dixwaze ji civak û aqadan paşve bikişîne, tune bike. Em vê yekê bi awayeke zelal di hovîtiya DAIŞ'ê de dibînin." Daxuyanî bi govendê bi dawî bû. ŞIRNEX Jinên ku li Qada Aştiyê hatin cem hev berxwedana jinên kurd a xwerêveberiyê silav kirin. Jinên ku bi pêşengiya KJA'yê hatin cem hev pankarta "Em ê bi kehên xwe tankan bêdeng bikin, bihara ku dê bi tovên me şîn bibe bînin" a li ser wêneyên jinên ku berxwedana xwerêveberiyan de hatin qetilkirin vekirin. Li ser navê jinan Şehrîban Altinişik axivî û got ku bi berxwedana jinan vê bûne "roja mirovahiyê" û wiha axivî: "Li Kurdistanê di berxwedana xwerêveberiyê de Sêvê, Pakîze û Fatma yên ku şehîd ketin di şexsê wan de evîna azadiyê xurtir bûye. Em weke jin van hovan ji bîr nakin. Ji Ekînan heta Sêvêyan em ê yek bi yek hesabê qatlîaman bipirsin. Dayika Aştiyê Saadet Altunç jî li dijî polîtîkayên şer a ku li ser bedana jinan tê meşandin nerazîbûn nîşan da û nirxandina "ligel hemû polîtîkayên qirêj jin dê li ber xwe bidin" kir. Çalakî bi tîlîliyanv e bi dawî bû. ÎDIR Şaredariya Tozanê ya Îdirê Navenda Hilberîn û Piştevaniya Jinê bi merasîmekî vekir. Gelek jin beşdarî merasîma vekirinê bûn. Hevşaredara Tozanê Neşegul Can axivî û diyar kir ku ji bo ku jin di nava civakê de cihê xwe bigirin ev proje dê roleke girîng bilîze. Piştî merasîmâ vekirinê sînevîzyon hate nîşandan. Piştî sînevîzyonê Endama PM a HDP'ê Kezban dumrul jî diyar kir ku ew ê têkoşîna jinên li qadên xwerêveberiyê de hatin qetilkirin xurtir bikin, li ser vî axê biratiya gelan bidomînin heta aştî bê dê têkoşîna xwe bidomînin. SÊRT Hevparên KJA'yê yên Sêrtê li Şanoya Amfî ya Kizlar Tepesî mîtîng li dar xistin. Qad bi alên KJA'yê ve hate xemilandin û parastina "Em bi ruhê Sêvê, Pakîze û Sêvêyan a berxwedên li qadan in" "Jinên li ber xwe didin dê aştiyê bînin" vekirin. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Jinên ku bi cilên xwe yên neteweyî qad tijî kirin dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin. Li ser navê Komîteya Amadekar Bêrîvan Karakoyun axivî û diyar kir wan mîrateya Leyla Qasim, Besê û Sakîneyan dewr girtine û di bin şert û mercên giran de heta îro hatine. Karakoyun soz da ku ew ê li dijî feraseta desthilatdar li malê, qadan li hemû qadên jiyanê berxwedana xwe xurt bikin. Hevşaredara Sêrtê Belkiza Epozdemîr jî 8'ê Adara jinên girtî pîroz kir. Epozdemîr destnîşan kir ku aliyeke jinan Sûr, Cizîr û Nisêbîn e û wiha got: "Jinên kurd, Rojava ji DAIŞ'ê re kirin dojeh." Epozdemîr 8'ê Adara Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî pîroz kir. Piştre di mîtîngê de nameya ku jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê şandine hate xwendin. (sa)