Jinên geverî diherikin qada 8'ê Adarê 2016-03-07 12:40:04 COLEMÊRG (DÎHA) - Li navçeya Geverê ku hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî ve navenda navçeyê dorpêç kirin û anonsên "navenda sûkê vala bikin" dikin jî jinên geverî ber bi qada 8'ê Adarê ya li pişt barîkatan ve dimeşin. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî ve navenda navçeyê dorpêç kirin û anonsên "navenda sûkê vala bikin" dikin jî jinên geverî ber bi qada 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê ya li pişt barîkatan ve dimeşin. Hewldana hêzên dewletê ya ji bo girtina derabeyên esnafan bû sedema acizbûna gel û ji ber ku gel navenda sûkê vala nekirin wesayîtên zirxî gule berdan hewa. Li navçeya ku hewldana provokasyonê ya hêzên dewletê berdewam dike jin ji bo çalakiya 8'ê Adarê tên Parka Çandê ya Apê Musa ya li pişt barîkat û xendekan. Xwendekarên navçeyê jî dibistan boykot kirin dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz dikin û bi vî rengî gihîştin qadê. Ji ber mîtîngê rêveberiya awarte! Jinên ku navenda sûkê bi kar tînin û hewl didin biçin qadê jî rastî êrîşa polîsan hatin, ji aliyê Şemzînanê jî hatina navçeyê tê astengkirin. Gelek riyên ku ji gundan tê navçeyê jî li trafîkê re hatin girtin. Li ser qada ku mîtîng dê bêlidarxistin drone difirin û keşfê dikin. (sa)