Li Amedê bo jinan çûnhatin bêheq e 2016-03-07 12:03:40 AMED (DÎHA) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bo jinan bêyî heq xizmeta gihaniyê(çûnhat) bide der. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bo jinan bêyî heq xizmeta gihaniyê(çûnehat) bike. Serokatiya Daîreya Gihaniyê ragihand ku dê wek sala çûyî îsal jî di 8'ê adarê de wesayîtên wan î gihaniyê(çûnhatinê) bo hemû jinan bêheq be. Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev xizmet bo wesayîtên şaredariyê yên li navçeyan jî têbar e. (red)