Berxwedêrên ku şahidiya hilatina rojê dikin: YPS Jin 2016-03-07 09:02:42 COLEMÊRG (DÎHA) – Li Geverê ku berxwedan bi ked û vîna jinê ve mezin dibe, berxwedêrên YPS-Jinê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di çeperên berxwedanê de pêşwazî dikin. Jinên berxwedêr ku li hemberî êrîşên hêzên dewletê li dora agirê berxwedanê dibin xelek gotinên ku ji dîrokî re dimînin tînin ziman. Jinên berxwedêr dibêjin ku hêza ku wan li ser piyan digire tenê vîna jinê ye û di nav berxwedanekê ku şahidiya hilatina rojê dike jinan silav dikin. Li hemberî êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî jina kurd û gelê Kurdistanê, jinên ciwan têkoşîna xwe di nav refên Yekineyên Parastina Jinê (YPS-Jin) de her ku diçe mezintir dikin. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî jinên ku pêşengiya berxwedanê dikin, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di qadên azad de, li pey çeperên berxwedanê pêşwazî dikin. Şîva berxwedanê, çaya li ser sobê û şadî Çalakiyên 8’ê Adarê li hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi coşeke mezin tê pîroz kirin û em jî weke DÎHA’yê çûn qadên azad ên Geverê û şahidiya nobeta şevê ya berxwederên YPS-Jinê kir. Dema saeta hevdîtina me ya bi berxwedêrên jin re nêz dibe em di nav bêdengiya û taritiya şevê de berê xwe didin noqteya YPS-Jinê. Jineke ciwan a berxwedêr pêşwaziya me kir û em birin noqteya YPS-Jinê. Dema em gihîştîn noqteyê, destpêkê me “şîva berxwedanê” xwar û pişt re jî çaya ku li ser agirê sobeyê dem girtiye vexwar. Di nav têkilî û danûstandinên germ de, jinên berxwedêr bi henekên xwe ve coş û moralê didan hevûdu. Encama hemû nîqaşan: Rastiya berxwedana jinê Di demên ku agirê berxwedanê û agirê sobê di nav hev diketin de, jinên berxwedêr ên ku saeta wan a nobetê nehatibû li ser mijarên weke “Rewşa jinê ya di jiyana civakî de”, “Rista ku dewletê li jinan ferz kiriye” û “Xeta berxwedana jinê” nîqaş hate kirin. Encama hemû nîqaşan jî beguman rastiya berxwedana jinê bû. Gotinekî ku tê nivîsîn: Eger tu tirsên xwe derbas nekî dê tirsên te te hilweşîne Fermandara beşê Viyan bi bişîrina li ser rûyê xwe got “YPS Jin ve cin e” û rista ku feraseta baviksalariyê li ser jinê ferz dike nirxand. Viyan destnîşan kir ku feraseta zilam encax dikare bi berxwedana jinê re hilweşe û wiha pê de çû: “Îro ji ber ku jinan ev xeta dîrokî û giyana berxwedanê pêş xistine rastî êrîşan tên. Jin bûye tirsa zilam û dewletê. Em şopdarên wê rastiyê ne ku tirsa dewletê li dû xwe hiştiye. Ji xwe eger tu tirsên xwe derbas nekî dê tirsên te te hilweşîne.” Ev gotina dawî ji aliyê berxwedêran ve li ser lênûskan tê nivîsîn. Jin di sikakên azad de ji bo ewlehiyê digerin Her ku çû hevpeyvîn kûr bû û dem jî herikî. Di nav vê demê de du berxwedêrên bi navê Arîn û Newal çekên xwe girtin ser milan û ji bo ewlehiyê di sikakên azad de dest bi gerê kirin. Her çiqas saetên dereng ên şevê ye jî, li ser rûyê jinan nîşaneya xewê tune ye. ‘Dema çalakî û berxwedanê ye’ Êdî saetên şevê ber bi rojeke nû ve diqelibe û nobeta şevê destpê dike. Em ji wan pirs dikin “8’ê Adarê nêz dibe, hunê pîrozbahî lidarbixin?” Arîn awirên xwe tîne ser me û wiha bersiv dide: “8’ê Adarê êdî ji bo jinan ne roja pîrozbahiyê ye. Divê bibe roja yekbûna di refên berxwedanê de. Ango em dikarin bêjin gotin xilas bûne, dema çalakiyê ye.” Piştî Arînê, Newal dest bi axaftinê dike: “Jin dikare jinê azad bike. Ev jî encax bi şoreşê mimkûn e. Berzkirina dirûşmeyan, ragirtina pankartan çareseriyê nayîne. Dem dema hatina ser barîkatan e.” Peşkên baranê xwe ji ewran ber didin jêr Êdî kêliyên dawî yên nobeta her du berxwedêran e. Ji ber ku difikirin em birçî bûne, li gel çay ji me re taştê amade dikin. Mêvanperweriya xwe di nîvê şevê de jî nîşanî me didin. Dewra nobetê tê kirin û niha dora nobeta Şîlan û Arjîn e. Çawa nobeta her du berxwedêran destpê dike, peşkên baranê jî xwe ji ewrên reş ber didin xwarê. ‘Ev sikak dilê Geverê ye, Gever jî dilê Kurdistanê ye’ Şev di nav dengê senfoniya peşkên baranê de diherike û em pirsek nû ji berxwedêran dikin “Hun li Geverê di nav sikakên ku dibe cara yekem e dibînin, şerê didin. Çima?” Bersivên kurt û zelal tê dayîn. Arjîn diaxive destpêkê: “Ez ne tenê ji bo sikakek li vir im. Laşê însan bifikirin. Ev jî wisa ye. Ev sikak dilê Geverê ye, Gever jî dilê Kurdistanê.” Şîlan wiha berdewam dike: “Ev sikak qada me ya jiyanê ye. Em şexsî nafikirin, civakî difikirn. Em ji bo gelê xwe li vir in.” Şîlan her wiha destnîşan dike ku ew ji bo jin bigihe cewherê xwe di nav têkoşînê de ne. Berxwedana bêsînor û şahidiya rojê… Arjîn li saeta xwe dinêre û dibêje dem weke avê diherike. Em dibêjin “Em bi newayeke berxwedanê dawî li taritiya şevê bînin.” Bi vê daxwaza xwe re em hîn dibin ku di nobeta şevê de stran gotin qedexe ye. Di ser de em dibînin ku her wiha di nobetê de çixare jî nayê kişandin. Di kêliyên ku Arjîn û Şîlan çekên xwe kontrol dikin, em jî şahidiya hilatina roja nû dikin… (sy)