Dayikên zarokên wan li Sûrê hatin qetilkirin: Deng bidin dengê me 2016-03-07 09:01:35 AMED (DÎHA) - Dayikên ku zarokên di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan li erdê ye, bang li hemû jinan kirin ku di 8'ê Adarê de berxwedana xwe mezintir bikin û deng bidin dengê wan. Dayika Turgay Gîrçek Makbule Gîrçek, bang li hemû dayikan kir ku dest bidin destê wan û deng bidin dengê wan. Dayika Rozerin Çukur Fahriye Çukur jî bang li jinan kir ku deng bidin dengê wan û êşa wan parve bikin. Çukur, xwest di 8'ê Adarê de bi milyonan jin li Amedê kom bibin. Li dijî êrîş û dagirkeriya hêzên dewletê berxwedana Sûrê di roja 97'an de berdewam dike. Hêzên YPS'ê li dijî êrîşên hêzên dewletê di ber xwe didin û destûr nadin ku hêzên dewletê têkevin Sûrê. Gelek malbatên ku zarokên wan di têkoşîna Sûrê de jiyana xwe ji dest dane nikarin cenazeyên wan bigirin. Dayikên ku zarokên wan di têkoşîn û parastina Sûrê de jiyana xwe ji dest dan û nikarin cenazeyên zarokên xwe bigirin, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bang li hemû jinan kir. Dayikan xwest deng û êşa xwe bikin yek û bi milyonan jin di 8'ê Adarê de li Amedê kom bibin. Dayikên ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin li Parka Sumerê nobetê digirin ji hemû jinan xwest ku bi ruhê 8'ê Adarê dakevin qadan. Dayikên Turgay Gîrçek Rozerin Çukur, Ramazan Ogut, Gunduz Akmeşe, Welat Bilen, Cihat Morgul, Mahmut Oruç, Hakan Arslan, Erhan Keskin û Erdal Tekin ên li Salona Resepsiyonê ya Sumerê ketine çalakiya girevê bang li jinan kirin ku deng bidin dengê wan. Kurê Makbule Gîrçek Turgay Gîrçek di 16'ê Çile de li Sûrê di parastinê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gîrçek hêj li Sûrê ye û malbat nikare cenazeyê xwe bigire. Dayike Turgay Girçek (19) Makbule Girçek (39), diyar kir ku kurê wê li kolana ku lê ji dayik bûye û mezin bûye hat qetilkirin û wiha got: "Zarokên me qetil dikin û cenazeyên wan jî nadin me. Ez dixwazim cenazeyê wî bibînim. Em dixwazin li ser axa xwe bijîn. Li ser me zilmek heye. Em dixwazin hemû jin li dijî vê zilmê dengê xwe bilind bikin." 'Em deng bidin dengê hev û tundiya dewletê û mêr bi dawî bikin' Girçek, xwest êdî dilê tu kesî neşewite û wiha got: "Ji bo dilê dayikên din neşewitin, divê hemû dayik piştgiriyê bidin me. Ger ku deng nedin dengê me îro bi serê me de hat, dê sibê bi serê wan de bê. Em dest bidin hev û dengê xwe bi hevre bilind bikin. Bila zilma dewletê û mêr bi dawî bibe. Em bang li hemû jinan dikin ku di 8'ê Adarê de berxwedana xwe bilind bikin." 'Bila jin di 8'ê Adarê de aştiyê biqîrin' Pîra Gîrçek Rabia Akgul (62) jî her roj ji bo cenazeyê neviyê xwe bigire nobetê digire û têdikoşe. Akgul ani ziman ku ew nizanin cenazeyên wan di çi halî dene û wiha got: "Cenazeyên me li derve ne, xera bûne em nizanin. Dibe ku avêtibin jî. Tu agahiya me tune. Li Sûrê neviyê min qetil kirine. Divê jin di 8'ê Adarê de dengê xwe bilintir bikin. Bila aştiyê biqîrin." Dayika Gunduz Akmeşe Fatma Akmeşe ji diyar kir ku wê di televîzyonê de bihîst ku kurê wê jiyana xwe ji dest daye û wiha got: "Edî em naxwazin agahiyên mirinan bibhîzin. Ji ber vê yekê divê dayikên din dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Dayika Rozerin Çukur a di 8'ê Cile de jiyana xwe ji dest da Fahriye Çukur jî wiha got: "Rozerîn jî jin bû. Ger ku wîcdanê dayik û jinan hebe em di 8'ê Adarê de bi hevre bimeşin Sûrê. Ger ku ev pirsgirêk çareser nebe dê wekî bin bi sedan dayikên Rozerinan bigirîn. Tirsa min cenazeyên Rozerîn û hevalên wê winda bikin. Li gel Rozerîn 14 cenaze hene. Ger ku cenazeyan nedin çima molozan dibin." 'Em bimeşin Sûrê' Çukur, xwest dorpêç bê rakirin û cenazeyê xwe bigirin û wiha axivî: "Çima mirov li hemberî vê rastiyê bêdeng in. Çima delîlan tune dikin. Çima wekîl nayên. Bila bên em bi hevre bimeşin Sûrê û biçin cenazeyan bigirin. Bila jin bên di ber xwe bidin û em bi hevre bimeşin Sûrê. Heta ku em dorpêçê neşkînin û cenazeyan negirin ji wir dernekevin." 'Bila hemû jin di 8'ê Adarê de bên Amedê' Çukur, bang li hemû jinan kir û xwest bi milyonan jin berê xwe bidin Amedê û wiha got: "Ez ji dayikên Rojava rîca dikim ku deng bidin dengê me. Bila di roja Jinên Cîhanê de dest bidin destê hev û em êşa hev parve bikin. Bila werin em vê êşê bi dawî bikin. Di 8'ê Adarê de bila milyonan jin bên Amedê." (mae)