Deh hezaran jinên herikîn qadan: Ji bo hebûna xwe emê her têbikoşin 2016-03-06 20:27:54 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Bi deh hezaran jinên daketin qadan li dijî hişmendiya qedexekar a AKP'ê ya li Kürdistan û Tirkiyeyê daye destpêkirin qêrîna xwe bilind kirin. Deh hezaran jin ji bo aştî, wekhevî, edalet û azadiyê daxwazên xwe anin ziman û diyar kirin ku ew dê ji bo azadî û hebûna vîna xwe her dem bi ruhê 8'ê Adarê li qadan têbikoşin. EDENE Platforma Jinan a Edeneyê û hevparên KJA'yê yên Edeneyê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Qada Ugur Mumcu mîtîng pêk anîn. Jin bi cilên xwe yên herêmî û rengîn li qadê kom bûn û tundiya li dijî jinê şermezar kirin. Jinan di mîtîngê de bê navber siloganên “Dewleta qatil dê hesap bide", “Bijî berxwedana Surê" û "Jin jiyan azadi” “Biji Serok Apo” berz kirin. Dîsa li qadê pankartên “Ji bo rêberê xwe û azadiya xwe li ber xwe didin”, “Jinên ji bo jiyana nû di ber xwe didin dê bi ser bikevin" “Em jiyanê diparêzin û bi rêxistin dikin" bi kurdî, tirkî û erebî vekirin. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewil Şukran Kablan Yeşil axivî û diyar kir ku ew jin di aştî û azadiyê de israr dikin. Yeşîl, da zanîn ku ew li hemû qadên jiyanê îsyanê bilind dikin û li her derê dibêjin azadî. Endama Meclîsa HDP'ê Bedrîye Yorgun jî anî ziman ku ew dê li dijî hemû tundiya li ser jinê têbikoşin û raperîna xwe mezin bikin. Piştî axaftinan mîtîng bi muzîk û govendê bi dawî bû. Endamên Komîsyona Jinên Karker û Kedkar jî bi heman armancê li Parka Înonu daxuyanî dan. Endama Komîsyonê Zuhal Subaşi anî ziman ku ew dê li dijî kedxwariyê her dem li qadan bin. MÊRSÎN Hevparên Kongereya Jinen Azad (KJA) yên Mêrsînê jî bi heman armancê li Salona Konferansê ya Şaredariya Akdenizê panela bi navê “Rêveberiya Cewherî û Jin" pêk anî. Endama KJA'yê Ceylan Bagriyanik anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rêya têkoşîn û azadiyê nîşanî jina kurd daye û jin di riya Ocalan a azadiyê de têkoşîna xwe mezin dikin. Bagriyanik, Ocalan silav kir û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan dibêje "Azadiya jinê azadiya min e" û cesaretê dide jinan. MANÎSA Li navçeya Salîhli ya Manîsayê ku Endama Meclisa DBP'ê û endama Meclîsa Rêveber a KJA'yê Sêvê Demir lê li dayik bûye bi hezaran jin kom bûn û 8'ê Adarê pîroz kirin. Jinên ku li ber avahiya HDP'ê ya Salihlî kom bûn, têkoşîna jinên Kurdistanê silav kirin. Jinan di çalakiyê de wêneyên Sêvê Demir, Fatma Uyar û Pakize Nayir bilind kirin siloganên “Jin jiyan Azadi” û "Bijî berwedana jinan” berz kirin. ÎZMÎR Platforma 8'ê Adarê ya ÎZmirê jî bi heman armancê li pêş Stata Bornova kom bûn. Jin di kontrola polîsan re derbasî qadê bûn. Lê polîsan destûr nedan ku dowîzên têkoşîna Kurdistanê silav dikin derbasi hundir bikin. Bi hezaran jin li dijî şer, tundiya mêr, azadî û aştî qeriyan. Jinan li qadê bi erbane, def cureyên din lê deng govend gerandin. Jinên bi meş gihiştin qada Bornova li vir mîtîng pêk anîn û 8'ê Adarê pîroz kirin. Li qadê daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. AYDIN Li navçeya Efeler a Aydinê jî Platforma Jinan a Demokratîk xwest şahiyekê pêk bînin. Lê polîsan destûr nedan jin çalakî pêk bînin. Bi sedan jin li Rêya Sevgî li hev kom bûn û heta navenda bajar meşiyan. Jinan di meşê de bê naver siloganên "Jin jiyan azadi" û "Mêr lê dide dewlet diparêze" berz kirin. Jinan bi pankart û dowîzan zextên mêr ên li ser jinê şermezar kirin. Lê li vir jî polîsan rêya jinan birî û destûr nedan jin bimeşin. Jinan piştre daxuyanî dan. Endama KESK'ê Hilal Yilmaz, daxuyanî da û tundiya zilam u polîsan şermezar kir. AMED Li gundê Hucetî yê Çinara Amedê jî bi heman armancê şahiyek hat lidarxistin. Di şahiya ku gelek jin amade bûn de Koma Erbanê ya Zarokan a Şaredariya Çinarê bernameya xwe pêşkêş kirin. Jinên ji taxen Selahattin Eyyubî, Mevlana Halit û 5 Nisanê yên Navçeya Rezan li Parka Şehit Şamilê kom bûn, xwestin bimeşin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Lê polisan destûr neda meşê. Jinên li Parka Şehit Şamil kom bûn li ber erbane û defê govend gerandin û astengiyên polîsan şermezar kirin. Jinan li vir siloganên "Jin, Jiyan, Azadi" berz kirin. Di pêşengiya Hevparên KJA'yê yên Bismîlê de jî bi tevlêbûna hezaran jin, li Parka Jinan a Rojê kom bûn. Jinên ku bi cilên xwe yên gelêrî qad xemilandin, jinên li Sîlopî û Parîsê hatin qetilkirin bibîr anîn. Jinan bê navber siloganên "Jin Jîyan azadi", "Destê xwe ji bedanamin bikşîne", " Bijî 8 Adarê", "Şehit namirin", "Biji berxwedana Surê" û "Biji berxwedana Cizîrê" berz kirin. DÊRSIM Jinên Dêrsimî jî bi heman armancê li Qada Hunerê ya Dêrsimê kom bûn û heta Kolana Zikerdê meşiyan. Jinan pankart û dowîz vekirin û tundiya mêr şermezar kirin. Jinên ku heta Qada Azadiyê meşiyan û 8'ê Adarê pîroz kirin. Jin piştî axaftinan bi karwanekê derbasî Goristana Asrî bûn û gora Pêşenga PKK'ê Sakine Cansız û jinên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kir û qurnefil danîn ser gorên wan. WAN Jinan li navçeya Erdîşa Wanê jî bi heman armancê panela bi navê "Têkoşînên civakî û jin" pêk anî. Wekîla HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer, Şaredara Hazro Guler Ozavci, Endama Dayika Aştiyê Muzeyyen Butun wekî panelîst amade bûn. Jinan piştî panelê sînevîzyon temaşe kirin. Li navçeya Şaxê jî jinan panel pêk anî. MUŞ Li navçeya Kopê ya Mûşê jî di pêşengiya KJA'yê de li pêş avahiya DBP'ê şahiyek hat lidarxistin. BÊDLÎS Li navçeya Norşîna Bêdlisê jî di pêşengiya KJA'yê de li navenda Çandê şaniyek hat lidarxistin û sînevîzyon hat pêşandan. COLEMÊRG Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî di pêşengiya hevparên KJA'yê de şahiyek hat lidarxistin. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, endam û rêveberên HDP û DBP'ê amade bûn. Bi sedan jin amade bûn. Irmak, anî ziman ku ew rêhevalên sedan jinên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane û tu kes nikare wan bitirsîne. Irmak, anî ziman ku êdî têkoşîn û serkeftina jinê hemû hêzên serdest ên cîhanê ditirsîne. Piştî axaftinan hunermenda NÇM'ê Meral Tekçî stran gotin. Şanî bi govendê bi dawî bû. SÊWAS Platforma Demokrasiyê ya Sêwasê û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî bi minasebeta 8'ê Adarê li Navenda Çand û Hunerê ya Hacı Bektaşi Velî panel pêk anîn. (mae)