Polîsan li Stenbolê êrîşî jinan kir 2016-03-06 11:45:47 STENBOL (DÎHA) - Jinên ku li Kadikoya Stenbolê ji bo beşdarî mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bibin kom bûn piştî ku êrîşa polîsan çêbû, hemû kolanên Kadikoyê veguherandin qada berxwedanê. Li Kadikoya Stenbolê jinên ku ji bo beşdarî mîtînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bibin kom bûn rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hatin. Polîsan serê sibeyê qada mîtîngê drpêç kirin. Ligel astenkirina polîsan jî jin li dora qadê kom bûn. Jinên ku barîkat hilweşandin û xwestin bikevin qadê rastî êrîşa polîsan hatin û polîsan hewl da jinan ji qadê dur bixin. Jinan li ser vê yekê Riya Perava Kadikoyê bi pankarta "Ferman ya qesrê isyan a jinan e" ve li trafîkê re girtin. Jinên ku hema ji her kolanê derketin dirûşmên "Jin jiyan azadî" "Bijî berxwedana Cizîrê" berz dikin. Jinên ku bi biryar in bikevin qadê ligel êrîşa polîsan ji bo bikaribin bikevin qadê bi biryar in. Li qada ku rengê xemrî xemiliyê jinan tîşortên ku li ser wêneyên 3 siyasetmedarên jin ên hatin qetil kirin li xwe kirine. Jinên ku li dijî êrîşa polîsan berxwedana xwe didomînin ji aliyê polîsan ve tên binçvkirin. Polîs li qadê rojnamgerên jin ên ku nûçe dişopînin jî hewl didin asteng bikin. Jinan her derê Qada Kadikoyê kirin qada berxwedanê û li ber Nexweşxaneya Nimûneyê kom dibin û hewl didin ber bi Kadikoyê ve bimeşin lê polîs desturê nadin. Ji ber ku polîsan destur nedan jinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Beriya mîtîngê ji Gara Haydarpaşa heta Qada Îskeleyê TOMA û palîsên çewîk hatin bi cihkirin. Polîsên sivîl jî jinên ku ji îskeleya keştiyan hewl didin derbas bibin li ser wan lêgerînê dikin. (sa)