Jinên li ber xwe didin neviyên Besêyan in 2016-03-06 09:14:05 DERSIM (DÎHA) - Emoş Bakiray a 92 salî ya jinên ku li çar parçeyên KUrdistanê li ber xwe didin bi gotina "Niha jinên ku têdikoşin neviyên Zarîfe û Besêyan e, hevrêyên Sakîneyan e" pênase dike dibêje ku mîrateya ku Besê, Zarîfe û Sakîneyan li pey xwe hiştine ji aliyê jinan ve hatiye dewrgirtin. Emoş Bakiray a ku di dema qatlîama Dersimê de 15 salî bû gotina "ji paşerojê heta niha me hevser, zarok û hemû tiştên xwe winda kir lê tu caran berxwedan winda nekir. Jinên ku niha li ber xwe didin neviyên Zarîfe û Besêyan in. Hevrêyên Sakîneyan in" bi kar anî ve balê dikişîna berxwedana jinên kurd. Bakiraya a 92 salî anî ziman ku di dema qatîama Dersimê de jibilî Zarîfe û Besêyan bi dehan jinan li ber xwe dane û mîrateya ku wan hiştine niha ji aliyê jinên kurd vê tê berdewamkirin. Bakiray got ku ji bo ku tiştên di 1938'an de carake din dubare nebe jinên kurd çek hilgirtine û li ber xwe dane û bi vî renê balê dikişîne li ser berxwedana ji pêşengên PKK'ê Sakîne Cansiz a li Zindana Amedê. 'Duh Dersim îro Botan' Bakiray diyar kir ku gelê kur dê tu caran teslîm nesin û wiha dibêje: "Di 1938'an de jin, zarok, zilam negotin û em hemû bi tifingan gulebaran kirin. Em hatin sirgunkirin. Piraniya me ji bo teslîm nebin reviyan şikeft û daristanan. Qatlîama ku me dît û êşên ku me kişand heta niha kesekî nekişandiye." Bakiray got ku qatlîama ku li Dersimê qewimî niha li Botanê berdewam dike, ji dîrokê heta niha teslîmbûn li ser kurdan hatiye ferzkirin. 'Dewlet jinên qehreman qetil dike' Bakiray anî ziman ku dewlet ji berxwedana jinan ditirse û ji ber vê yekê jî ewil jinan dike hedef û wiha berdewam dike: "Dewlet jinên qehreman qetil dike. Em jinên qehreman em ê bi ser kevin. Ji ber ku em jin bi aştî û xweşikbûnê dixwazin em ê bi ser kevin. Li daristanekî rovî li cem rovî, hirç li cem hircê jiyana xwe didomîne. Em mirov wekî tirk, kurd, ermen, laz, elewî, sunî çima nikarin bi hevre bijîn." 'Em ê li ber xwe bidin' Bakiray herî dawî bang li hemû jinan dike û wiha dibêje: "Me hemûyan zarokên xwe winda kir. Me hemûyan êş kişand. Em jin hemû rabin li ser piyan. di 38'an de û li Sûrê êşên ku tên jiyîn em bikewînin. Niha yên ku têdikoşin neviyên Zarîfe û Besêyan in û hevrêyên Sakîneyan e. Heta niha me nevî, hevser, keçên xwe winda kir. Lê dîsa jî me li ber xwe da. Niha jî em mezin dibin û xurtir dibin. Ji bo riya zarokên xwe em li ber xwe didin. Em şopdarên riya Besî, Zarîfe û Sakîneyan in. Em ê di riya wan de bibin hevrê. Ji bo şehîd, paşeroj û pêşeroja xwe em li ber xwe didin. Em ê li ber xwe bidin. Ji bo yên ku me di 38'an de winda kir di serî de jinên Dersimê divê em hemû li ber xwe bidin." (sa)