Kekê Fîdel Castro, Ramon Castro jiyana xwe ji dest da 2016-02-24 12:37:59 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Kekê pêşewayê şoreşa Kubayê Fîdel Castro û Serokê Dewleta Kubayê Raûl Castro "Ramon 'Mongo' Castro di 91 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Televîzyona Kubayê ragihand ku Ramon Castro yê bi bernav "Mongo" li paytext Havanayê jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de bi vî awayî hat ragihandin, "Vê sibehê rêheval Ramon Castro Rûz, di 91 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da." Hat diyarkirin ku cendekê Castro hatiye şewitandin û dê ariya wî li gundê wî yê Bîranê bê definkirin. Raman Castro li gel birayên xwe Fîdel û Raûl tu peywireke hikûmetê negirtibû ser xwe. Di diyarkirina polîtîkayên çandiniyê yên şoreşa Kubayê de şexsiyeteke girîng bû. Ji ber her bi xebatên xwe yî çandiniyê derdiket pêş bo Ramon Castro "Lehengê Karkerên Kubayê" dihat gotin. (red)