Meclîsa Ekolojî ya Rihayê jêkirina darên 400 salî şermezarkir 2016-02-21 16:26:18 RIHA (DÎHA) - Meclîsa Ekolojî ya Rihayê darên 400 salî ên li Xana Gumrukê ya dîrokî ku ji hêla Şaredariya Eyyubiyeyê û Weqfa Rizvaniyeyê hate birîn şermezar kir. Meclîsa Komeleya Ekolojiyê ya Rihayê darên 400 salî ên li Xana Gumrukê ya dîrokî ku ji hêla Şaredariya AKP'ê ya Eyyubiyeyê û weqfa Rizvaniyeyê hate birîn bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniya ku li Gumrukê hat dayîn de pankarta "Li xwezaya xwe, bajarê xwe û nasnama xwe xwedî derkevin" û dovizên ku li ser wan "Jiyan û xweza xwe biparêzin" , "Ger em xwezayê biparêzin, dê xweza jî me biparêze" û "Li çand û darên xwe xwedî derkevin" hat hilgirtin. Bi dehan kes tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê meclîsê endamê meclîsê Zuhal Parlak daxuyanî xwend. Parlak diyar kir ku çand û dîroka Rihayê ji bo rantê pêşkêş hatiye kirin û erka gel ji destên gel hatiye derxistin. 'Darên sedsale ji bo rantê hate qetilkirin' Parlak bibîrxist ku rojên berê li Xana Gumrûkê ya dîrokî darên Çinarê ên antîk hatiye qetilkirin û got ku êdî nema tê tehamûlkirin. Parlak bi lêv kir ku Rihayê ji gelek şaristaniyan xwedî mal kiriye û wiha axivî: "Xana Gumrukê ya dîrokî di sala 1563'an de ji bo bazirganiyak xweza pêk hatiye û di gernameyên Evliya Çelebî jî de cîh hatiye girtin. Çend roj berê li vir komkujiyek pêk hat. Darên çinarê ên dîrokî hatin birîn. Ev daran ji bo rantê hate jêkirin. Berpirsyarên vê qetlîamê Şaredariya AKP'ê ya Eyyubiye û Weqfa Rizvaniyeyê ye. Berpirsyarên vê qetlîamê divê hesab bidin." 'Emê heta dawiyê têbikoşin' Parlak anî ziman ku ewê wek Meclîsa Ekolojî ya Rihayê dest ji hesabpirsîna van qetlîaman bernadin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ên ku van darên salane jê kirin û ji dêlva wan şitlê nuh çandin tu carî ne jidil in. Divê rayedar demildest têkevin tevgerê û ji bo van darê salanê hesab bipirsin." (msd/sy)