Masîvan toran avêtin Gola Erçekê 2015-12-19 09:02:55 SELMAN KELEŞ WAN (DÎHA) - Nêçîra masiyên Încî Kefalî ya tenê li hewza Gola Wanê de dijîn dest pê kir û masîvanan torên xwe avêtin Gola Erçekê. Masîvanên serê sibê heya êvarî li golê masiyan digirin pişt re jî masiyan li ser riya Wan û Qelqeliyê difiroşin. Piştî dema nêçîra masiyan dest pê kir li Kurdistanê masîvanan turên xwe avêtin golê û çeman. Li Wanê jî masîvan ji bo masiyên Încî Kefalî yên li Cîhanê tenê li Wanê dijîn bigirin berê xwe didin Gola Erçekê. Her roj bi dehan kêşiyên biçûk serê sibê zû bi ser golê de digerin. Masîvan ligel hewayê sar heya êvarî li ser golê dimînin û masiyan digirin. Masîvan, masiyên digirin jî li ser riya Wan û Qelqeliyê li ser dezgehan pêşkêşî welatiyan dikin. Masîvanan diyar kir ku di heman demê de gol weke "buhuşta teyran" jî tê zanîn û li gorî salan îsal baştir e û kîloya masiyan 3 TL. difiroşin. Welatiyên li ber riyê masiyên nû dikirin jî hem ji erzaniya masiyan û hem jî ji tezebûna masiyanm keyfxweş in. 'Em neçar in bixebitin' Welatiyê bi navê Turan Gencer ê ku 8 salin li Gola Erçekê masîvaniyê dike diyar kir ku ji bo derbara xwe bike ligel hemû şertên neyînî neçare masiyan bigire û wiha got: "Hin caran em cemedê digirin û em gelek mexdur dibin. Em bi destan cemedê dişkênin. Ji ber vê yekê hemû kes nikare vî karî bike. Ji ber ku îskeleya me jî tuneye pirsgirêkan em dijîn. Ji ber ku îskele tuneye em bi dest dikêşin. Em li vir masiyan rojane digirin. 3 salin em buhayê masiyan jî zêde nekiriye." 'Em xwedî li gol, hewa û ava xwe derbikevin' Welatiyê bi navê Osman Ozturk jî diyar kir ku gol ji bo wan weke bihuştê ye û saziyên dewletê xwedî li golê dernakevin. Ozturk balkişand ser qirêjbûna golê û wiha axivî: "Xwediyên vê golê tunene. Heke xwediyên wê heban rewşa golê wisa nedibû. Li vir tenê masîvanî nayê kirin di heman demê de golekî tursîtîk e. Heke ev gol li rojavayê Tirkiyeyê ba dê gelek baş hatiba nirxandin. Divê em xwedî li gol, av û axa xwe derbikevin." 'Masî taze û paqij in' Welatiyê bi navê Selahattîn Balahan jî wiha got: "Li ber golê masiyên taze firotin ji bo me xizmetekî gelek baş e. Em li navenda navçeyê û li cihên din masiyan nakirin. Ji ber ku em nizanin kengî anîn e. Lê li vir masî hem taze û hem jî bi ewle ne." (bd)