Bendav dê zeviyên fasûleyan di bin avê de bihêle 2015-12-15 09:28:01 ERZIROM (DÎHA) - Bendavên ku li Gundê Serêrê yê Xinisê têkevin meriyetê, dê zeviyên Fasulyeyên Şekir ku giranbuha ne di bin avê de bihêle. Bendava li Gundê Serêrê yê Xinisa Erziromê dikeve meriyetê dê hemû ax û zeviya welatiyan di bin avê de bihêle. Bendava ku di sala 1985'an de projeya wê hat avêtin û niha dikeve meriyetê dê gelek welatî mexdûr bike u zerarek mezin bide xwezayê. Welatiyên ku Fasûleyên Şekir diçînin, dê zeviyên wan ên bi bereket di bin bendavê de bimîne. Li gundê ku hezar û 500 xaniyê wê hene, xwedî 400 dolim zeviya fasuleyan e. Welatî li ser vê axê fasûleyan diçînin û kîlya wan bi 20 Tl difiroşin. Piştî bendava ku înşaeta wê niha dest pê kiriye têkeve meriyetê dê hemû zevî di bin avê de bimînin. Rayedarên dewletê teblîgat ji welatiyan re şand û xwest heta 2016'an xanî û zeviyên xwe vala bikin. Welatiyan diyar kirin ku kes muxatabê wan tune û wan neçarî koçberiyê dikin. Hemû axa welatiyan e Keyayê Gundê Serêrê Mehmet Salih Akyuz, anî ziman ku 60 salin li vî gundî dijî û qet nafikire ku vî gundê xwe terk bikin. Akyuz, destnîşan kir ku pêşiyên wan tev li vî gundî jiyane û goristanên wan li vir in. Akyuz, da zanîn ku ji ber kurd in li ser wan ev polîtika pêş dikeve û wiha got: "Em gundê xwe terk nakin. Lê ger ku em nikaribin di bin avê de bijîn bila ajvaniyê fêrî me bikin. Dixwazin bi 4-5 qurişan zeviyên me ji me bistînin. Ev ne heq, hiqûq û mafên mirovan e." 'Dê fasûliyê me yê marka tune bibin' Welatiyê Gundê serêrê Adem Ozçelîk jî destnîşan kir ku li vî gundî Fasûliyê Şekir bûne marka û bi vê avakirina bendavê re dê hemû fasûliyê wan ên bûne marka tev têk biçin. Ozçelîk, anî ziman ku ji bo wan tiştê herî bi qîmet, nirxê manevî ye û ev nirx ji bo wan her tişt e. Ozçelîk, da zanîn ku mirov ji ber van bendavan mexdûr dibe û li van zeviyan kîloya fasûleyan bi 20 Tl tê firotin û wiha got: "Ger axa vî gundî di bin avê de bimîne, dê fasûliyê bûne marka û kalîte winda bibin. Divê em destûr nedin vê yekê." (mae)