Daristanên Amanosê di bin xetereya kanên keviran de ye! 2015-12-14 09:03:34 HATAY (DÎHA) – Qadên daristanê yên çiyayê Amanosê ku wekî "Salîh kayasi" tê zanîn ji bo kana keviran bê çêkirin dewrî şîrketekî taybet hatekirin. Ruhsata ku ji bo kana kevir a li taxa Karaksi hatibû vekirin di encama têkoşînê de hatibû betalkirin lê îsal careke din hate nûkirin. Welatiyên taxê diyar kirin ku êdî ji taxa wan ne bêhna daran bêhna tozê tê û gotin ew naxwazin ji taxa xwe koç bikin. Li qontara çiyayê Amanosan yek jî kana kevir a din jî tê çêkirin. Taxa Karaksiya Antakyayê ku bi daristanên bêhempa ve xemiliyê îro di bin xetereya makîneyên kar de ne. Qadên daristanê yê çiyayê Amanosê ku wekî "Salîh kayasi" tê zanîn ji bo k kana keviran bê çêkirin dewrî şîrketa bi navê Atak Hafriyatê ya bi nêzîkbûna AKP'ê tê zanîn hatekirin. Ruhsata ku bi destura Walîtiya Hatayê û Midûriyeka Karên Daristanan ve hate dayîn heta niha bi dehan darên"akçamê" hatin qetilkirin. Ruhsata hate betalkirin careke din hate dayîn Ji welatiyên taxê Nucmettîn Mutlu diyar ku ji bo ku xebat bê rawestandin gelek caran nerazîbûn nîşan dane, îmze berhevkirine û wiha got: "Me ar ruhsat da betalkirin. Lê îsal careke din ruhsat nû kirine. Her kes berika xwe difikire. Kesek me nafikire. Gel ne xema kesekî ye. Bila ek sûde wer bigire yên dimirin bila bimirin. Em çi biken vala ye. Nakesikin." 'Bêhna tozê ji taxa me tê' Welatiyê bi navê Mustafa Bucak jî destnîşan kir ku welatiyên taxê bi tirsa dê axa wan bê desteserkirin nikarin nerazîbûnê nîşan bidin û bav û kalên wan bi sedan salan darek jî jênekirine lê niha bi hezaran dar tên jêkirin. Bucak bilêv kir ku hewaya taxê ya ku behna daran dihat niha bêhna tozê tê û ew naxwizin tozê bêhn bikin û xwest ev xebat bê rawestandin. 'Heke kana kevir bê avakirin koçberiyê dest pê bike' Bucak got ku heke li vir kana kevir bê çêkirin dê welatiyên taxê mecbûr bimînin koçber bibin û heta niha di hemû serlêdanan de destvala vegeriyane. Bucak bang li derûdorên bihistiyar kir û xwest li dijî qatlîama xwezayê dengên xwe derxînin. (sa)