Taxa Germiyanê di bin talûkeya RES'ê de ye 2015-12-12 09:09:00 ÎZMÎR (DÎHA) - Taxa Germiyan a Çeşme ya Îzmirê ya bi salan li hemberî kanên keviran têkoşîn meşand, niha jî di bin gefa Santralên Enerjiya Ba (RES) de ye ku ji ber RES'ê çandinî li herêmê hişk dibe. Welatiyên taxa Germiyan a Çeşmeyê yên bi salan in li dijî kanên keviran têdikoşin niha jî li dijî Santralên Enerjiya Ba (RES) têdikoşin. Piştî gelek RES li nêzî gundê Germiyanê hatin avakirin, niha jî dîrekên RES'ên din li navbera gundên Reisdere û Germiyanê tên çikilandin. Piştî Wezareta Bajarvanî û Derdorê projeya Gural Porselen erê kir, Gural Porselenê li Germiyanê dest bi projeya RES'ê ya 9,6 Megawattê kir. Gural Porselenê bi makîneyên kar ji bo RES'an dest bi xebatên rêyan kirin. Welatiyên tax û gundan bertek nîşanî avakirina RES'an dan û diyar kirin ku li gel ev qadên SÎT'ê ne, dîsa xweza û derdorê talan dikin û wêran dikin. 'Divê Germiyan ne bêxwedî be' Berdevkê Civaka Slow Food a Germiyanê û Hîndekarê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Egeyê Alk. Doç. Dr. Engin Onen, anî ziman ku ew ne li dijî RES'an in, lê li diji şekl û şemalê cih û warê wan in. Onen, bal kişand ser xerabiya RES'an û wiha got: "Zerara Tribunên Enerjiya Ba bi zanistî hatiye tespîtkirin. Ji ber bandora manyetîk, çûkan qetil dikin û populasyona mêşan tune dike. Ji ber vê yeke divê cihê RES'an rast û baş bê tespîtkirin. Her wiha divê pîvana wan jî baş bê tespîtkirin." Onen, da zanîn ku di heman demê de cihê RES lê tê avakirin qada SÎT'ê ye û wiha berdewam kir: "Kanên keviran ku berê li vir hatibûn vekirin, bi biryara dadgehê hatin girtin. Bêyî vîn û biryara gelê herêmê RES li vir hatin avakirin. Li vir hiqûq û vîna gel li ber çavan nayê girtin. Dîsa xweza jî li ber çavan nayê girtin. Mixabin cihê ku RES lê tê avakirin, di asta yekem de qadên SİT'ê ne. Divê Germiyan bi tenê neyê hiştin. 'Bêyî agahiya me xweza qetil kirin' Welatiya Germiyanê ku ji Stenbolê hat li vir bi cih bû Emel Devin jî anî ziman ku ew ji bo berhevkirina zeytûnan ji Stenbolê hat vir û wiha got: "Dema ez hatim vir min dît ku xweza talan bûye. Makîneyên kar li vir dixebitin. Bêyî me xwezaya me talan kirine. Vê xebatê bi dizî û veşartî dikin. Xweza tê talankirin. Bê guman bêdivi bi enerjiyê heye. Lê divê RES li nêzi qadên jiyanê neyên avakirin. Gelek nexweşiyê bi mirovan re çêdikin." Welatiyê sîteya Germiyan Elçin Trav Avci jî diyar kir ku RES'ên li vê herêmê tên avakirin bi dizî li qadên SÎT'ê hatine avakirin û zerarê dide xwezayê. Welatiyê Germiyanê Nihat Unler jî bertek nîşanî RES'an da wiha got:"Em li vir çandiniyê dikin. Havîn û zivistanê em hemû cureyên sebzeyan diçînin. Lê RES'an hemû çandiniyê me hişk kiriye. Keyayê taxa Germiyanê Şadan Kaya jî anî ziman ku bi salan in li dijî kanên keviran têdikoşin û niha jî RES ew dorpêç kirine. Şadan Kaya, destnîşan kir ku RES zerarê didin qadên çandiniyê û fikarên wan zêde ne. (mae)