Pîvazên ku îsal di depoyê de mayîn dê bûhayê wê zêde be 2015-12-11 09:25:31 EDENE (DÎHA) - Ji ber ku gubreyê parastinê nehat bikaranîn û bandora barana zêde barî piyasaya pîvanan jî bi bandor kir. Pîvazên 2 mehin di depoyan de tên girtin û li ber rizînê ne bazirgan û sîmsaran mexdur kirin. Bazirgan û sîmsaran got zirara wan gelek mezin e û wiha gotin: "Piranî li herêmên weke Konya, Enqere û bajarên derdorê rewşa pîvazan wisa ye. Ji ber vê yekê pîvaz kêm dibin û buhayê wan zêde dibe." Li Kurdistanê û Tirkiyeyê ku pîvaz her tim di nava hilbijêrên cotkaran de cih digire, îsal li gel ku hilberîner daneyek baş negirtibin jî ji ber bi kar anîna zêde ya zibila ku diparêze pîvaz di depoyan de rizî bune. Simsar û bazirgan dan zanîn ku bi dehan tonên pîvaz ku di depoyan de rizî bûne dê bandorê li ser pîvazan bike û dê bûhayê pîvazan îsal zêde bibe. 'Her çiqas bûhayê wê zêde bibe jî zerarên me kêm nabe jî' Ji simsar û bazirganan Mehmet Oguzcan dan zanîn ku li gorî sala borî îsal zêdetir pîvazên ku di depoyan de dane rawestandin xira dibin, bi dehan tonên pîvazan di nava çend mehan de xira bune û bi awayekî cîdî zerarek mezin jiyane. Oguzcan anî ziman ku ji bilî pîvazan tiştên din xira nebûne û wiha dom kir: "Niha jî em di firotina pîvazan de zehmetiyan dijîn û bûhayê jî zêde bûye. Her çiqas zerar zêde bûbe jî zerarên me kêm nabin." 'Li Enqere, Konya û bajarên derdora wan rewşek wiha heye' Simsarê bi navê Huseyîn Alaşkan jî anî ziman ku sala borî li gel ku pîvaz 6-7 meh di depoyan de man ji xira nebûn û wiha got: "Îsal di nava du mehan de pîvaz di depoyan de xira bûn. Nîvê hilberînên me çûn gelaşê. Ji ber wê jî bûhayê wê zêde bûye. Pîvazên kir kîloya wê 1,10 lîraye, yên xûr jî 80 û 90 kuruşe." Îsal ji ber barana zêde pîvaz xira bune Serokê Şaxa Edeneyê ya Odeya Endezyarên Zîratê Semîh Karademîr jî anî ziman ku ji ber ku dermanên ku hatine bikaranîn xira bûne û wiha got: "Dema hilberînerên pîvaz dest bi hilberîneriyê kirin divê hinek dermanên ku pîvazan xira bike bi kar neynin." (go/bd/)