Xebatên parastina pisîka wanê encamên erênî dide 2015-12-07 09:09:02 WAN (DÎHA) - Xebatên ji hêla Navenda Lêkolînê ya Pisîka Wanê ya girêdayî Zanîngeha Yuzuncu Yilê bi armanca parastina pisîka Wanê tên meşandin, encamên erênî dide. Li Navenda Lêkolînê ya Pisîka Wanê ya girêdayî Zanîngeha Yuzuncu Yilê bi armanca parastina Pisîkên Wanê xebatan dimeşîne. Li navendê pisîkên nêr û mê cuda tên girtin û hawirek ji bo jiyana pisîkan guncaw hatiye avakirin. Li navendê odeya xwarinê, odeya bêhnvedanê, odeya çêjikan û odeya terikîna pisîkan hene. Ji bo pisîk bi rihetî bigerin hewşên cuda jî hatin çêkirin. Midûrê Navendê Prof. Dr. Abdullah Kaya diyar kir ku her roj bi nêz ve li pisîkan tê nêrîn û hewceyiyên wan tên pêşwazîkirin. 'Li cîhanê hempayê wan tune ye' Kaya diyar kir ku ji bo Pisûka Wanê nifşê xwe bikaribe bidomîne, navend avakiriye û wiha got: "Em dixwazin vê mîrasa çandî biguhezin nifşên nû. Çavek pisîkan şîngevez û yê din jî rengê keyrîbarî ye. Lê pisîkên her du çavên wan şîngevez û kerhîbar jî hene. Cudahiyek wan a din jî mûyên wan spî û wekî armûşê ne. Asta wan a famkirinê bilind e. Hezkirina wan a ji bo xwediyên wan zêde ye. Ji xwediyên xwe dixeyîdîn û aş dibin. Baş jî melevaniyan dizanin." Kaya diyar kir ku divê Pisîka Wanê wekî diyarî neyê dayîn û wiha domand: "Ev yek nifşê wan dixe xeteriyê. Bi awayek bêkontrol dişînin ji derve. Bi awayek nehênî ticareta wan tê kirin. Em li hemberî vê yekê jî têkoşînê didin. Lê em dixwazin ku li her malekê Pisîkek Wanê hebe. " (eb)