'Ekolojîst bila komkujî û talana li Kurdistanê bibînin' 2015-12-06 09:03:23 STENBOL (DÎHA) - Endamê Komîteya Şopandina Mafên Sewalan Burak Ozguner, diyar kir ku dewlet li Kurdistanê xwezayê û sewalan qetil dike û ji ekolojîst û parazvanên mafên sewalan xwest ku bên li Kurdistanê lêkolîn bikin û rastiya dewletê bibînin. Dewlet û hikûmeta AKP'ê piştî konsepta şerê taybet li gelek bajar, navçe û gundê Kurdistanê kolan, zozan û zevî li welatiyan qedexe kir û welatî di mal, tax û gundê wan de hepis kirin. Dewlet bi vê yekê jî nesekinî dahl, rez û zeviyên welatiyan talan dike, wêran dike û dişewitîne. Li aliyê din bertekên li hemberî vê talankirin û komkujiya xwezayê jî zêde dibe. Bi qedexeya derketina kolanan re sewal jî hatin qetilkirin. Herî dawî li navçeya Dêrikê di dema qedexeya derketina kolanan de, sewal hatin qetilkirin. 'Li Kurdistanê komkujî bi plan tê pêşxistin' Gelek saziyên sivîl ên civakî li dijî van komkujiyên bi destê hêzên dewletê li Kurdistanê pêş dikeve, li hev kom bûn û Komîteya Şopandina Mafên Sewalan ava kirin. Nûnerên komîteyê bertekên xwe nîşanî vê helwesta dewletê dan û diyar kirin ku hikûmeta AKP'ê politîkayên taybet li ser gelê vê herêmê dimeşîne. Komîsyonê destnîşan kir ku dewlet aşkere li Kurdistanê mafan binpê dike û dê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Endamê Komîteya Şopandina Mafên Sewalan Burak Ozguner, diyar kir ku di demên dawî de hêzên dewletê li Kurdistanê dest bi qetilkirina sewalan û talankirina xwezayê jî kiriye. Ozguner, da zanîn ku yên mafên mirovan binpê dike û yên mafên sewalan binpê dike heman hişmendî ye û wiha got: "Bi taybetî em girîngiyê didin mafên mirovan ên li Kurdistanê. Ji ber ku li vir komkujiyek pir bi pilan û taybet çêdibe. Her ku bombeyek gazê tê avêtin sewal dikevin bin bandorek neyînî. Lê agahî ji van komkujiyan nayên girtin." 'Dewlet li Kurdistanê serê çûkê di qefesê de jê dike' Ozguner, bal kişand ser şerê ku li Kurdistanê pêş dikeve û destnîşan kir ku hêzên dewletê di êrîşan de malan gulebaran dike, bi ser malan de digire û di serdegirtina malan de talan dike û wêran dike. Ozguner, destnîşan kir ku hêzên dewletê çûk û sewalên di qefesê de jî dike hedefa xwe û di serdegirtinên malan de qefesan dişkîne û serê çûkan jêdike û diavêje û wiha axivî: "Bi vê yekê nifrîn û dijminantiyekê pêş dixin. Hêzên dewletê li Roboskiyê çawa bi boneya tola xwe ji gel hilîne hespên welatiyan qetil dikin, li vir jî qefesên çûkan dişkînin û serê wan jê dikin. 'Li Kurdistanê dewlet ne rewa ye' Ozguner, da zanîn ku dewletê 40 sal in Kurdistan dagir kiriye û êdî tu rewatî û hurmeta wê li Kurdistanê nemaye û wiha got: "Li Kurdistanê nûçeyên berovajî tên amadekirin. Lê gêlê kurd li Kurdistanê êdî dewleta tirk ji çavê xwe derxistiye. Her dem PKK'ê dike hedef û bi riya çapemeniya hevkar û îxtîdarê vî şerê taybet dimeşîne. Êdî tu rewatiya dewletê li Kurdistanê nemaye. Divê medya rastiya herêmê bi her awayî aşkere bike. Dewlet li Kurdistanê komkujiya hemû zindiyan pêş dixe. Hem mirovan qetil dike û hem jî sewalan qetil dike. Xweza ji bo me jiyan e. Bi şewitandina xwezayê re mirov û hemû zindiyên di nava xwezayê de jî tên şewitandin. Dewletê li Lîce, Cûdî û gelek herêmên din daristan şewitandin. Bendav ava kirin, niha jî sewalan dişewitînin, daristanan dişewitînin. Ev cudahiyek pir aşkere ye. Dewlet bi hemû derfet û çekên xwe yên giran êrîşî Kurdistanê dike." 'Em hemû ekolojîstan dawetî Kurdistanê dikin' Ozguher, bang li hemû ekolojîstan jî kir û xwest hemû parazvanên mafên mirovan, ekolojîst û parazvanên mafên sewalan bi boneya komkujiya li Kurdistanê û ekolojiyê pêş dikevin bên biçavên xwe bibînin. (mae)