'Kana kevir dê sewalkarî û cotkariyê bikujê' 2015-12-05 09:10:36 RIHA (DÎHA) - Welatiyên li Herêma Kabahaydarê dijîn bertek nîşanî kanên keviran yên ku dê werin çêkirin dan û gotin ku ger ev kanên keviran çêbibin dê sewalkarî, çandiniyê bikuje û ew destûrê nadin ku ev kan vebin. Li Herêma Karahaydarê ya navçeya Karakopru ya Rihayê dê li ser 35 hektar mêrg, kanên keviran bên vekirin û welatiyên li herêmê dijîn li hember vê yekê bi gazinc in. Welatiyên li taxên Canoglû, Îçkara Jor û Jêr, Kûşlûca, Sancak, Hamûrkesen û Ûzûncûkê dijîn li hember vê yekê bertekên xwe nîşan dan û diyar kirin ku ew dê destûrê nedin ku kanên keviran werin vekirin. 'Em destûrê nadin ku kanên kevir bên çêkirin' Şêniyê taxa Hamûrkesenê Mehmet Degerlî got ku ew naxwazin kanên keviran werin çêkirin û wiha axivî: "Heke li vir kanên keviran werin çêkirin dê ev yek zerarê bide fisteqan. Li vir hemû kes debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dike. Dema ku kanên keviran vebin dê toz rabe û ev yek dê zerarek zêde bide darên fisteqan. Li derdorê 8 tax sewalên xwe li mêrgan diçêrînin û ji ber ku sewalkarî û çandinî nemire em destûrê nadin ev kanên keviran vebin." 'Em naxwazin wesayîtên 50 ton di nava gundên me re derbas bibin' Keyayê taxa Sancakê Hakîm Cengîz da zanîn ku destûra rêya ku wesayîtên kanê li cihekî ye û cihê ku rê tê çêkirin cûda û axaftina xwe wiha domand: "Rêya ku niha tê çêkirin di nava taxa me re derbas dibe lê di ruxsetê de 15 kîlometre dûrî me ye. Dema ev rê di nava taxê re derbas bibe dê gelekî zerar bide me. Di serî de wesatîyên 50 ton dê derbas bibin û qelebalixa wan. Dîsa toza wan dê zerarê him bide mirovan him jî bide derdorê. Tu kes naxwaze ku kanên keviran li ser mêrgên wan werin çêkirin. Ji ber ku dema ev kan li ser mêrgan werin çêkirin dê derek nemîne ku welatî ajalên xwe lê biçêrînin." Keyayên 11 taxan ji bo ku kan neyê çêkirin îmze avêtine Cengîz da zanîn ku 11 keyayan ji bo ku kanên keviran neyên çêkirin îmze avêtine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Me îtîrazên xwe birin serî li Şaredariya Karakopruyê da û pişt re jî me serî li Şarederiya Bajarê Mezin a Rihayê da lê hê tu encam me nestendiye. Me derbarê vê mijarê de li Dadgeha Îdarî jî doz vekiriye. Ev doz hê jî didome û em teqez destûrê nadin ku ev kanên keviran werin çêkirin. Ji bo ku ev kanên keviran neyên çêkirin me dê serî li hemû derê bidin." (sde/no/bd/sy)