Li gundên Kobanê koperatîfên çandiniyê tên avakirin 2015-11-24 15:56:10 KOBANÊ (DÎHA) – Rêveberiya Kantona Kobanê lez daye avakirina koperatîfên çandiniyê, li gundan koperatîfên nû ava dike. Li gundê Bozikê yê ku li rojhilatê Kobanê ye ji hêla 15 malbatan ve koperatîfa çandiniyê ava kir. Rêveberiya Kantona Kobanê piştî azadkirina Kobanê li gundan lez daye avakirina koperatîfên çandiniyê. Di nava vê mehê de li gundê Karakoyê ya li rojavayê Kobanê ye Koperatîfa Şehîd Hogir ku ji hêla 86 malbatan ve hatibû avakirin, îro jî li gundê Bozikê yê li rojhilatê Kobanê ye piştî civînê koperatîfa çandiniyê ya bi navê Şehîdên Kobanê hat avakirin. Serokê Desteya Çandiniyê Mahmut Bozan, Rêveberê Xeta Rojhilat a Kobanê Mazlum Hesen, endamên koperatîfê tevlî civîna li Mala Gel a Bozikê hate lidarxistin bûn. Bozan di civînê de axivî û diyar kir ku armanca koperatîfan ew e ku tevahiya çandiniyê li ser kesekî neyê kirin, hem di hêla aborî û hem di hêla jiyanê de komin bê avakirine. Bozan da zanîn ku di avakirina koperatîfan de sermaye, xîzan û dewlemend nîne û hemû malbat di aliyê çandiniyê de danûstandineke wekhev pêk bîne. Bozan destnîşan kir ku ew ê vê pergalê li tevahiya kantonê berfireh bikin û bi vê yekê re hemû pirsgirêk, çareserî, şahî û şînên heyî bi hev re pêk bê. Dê koperatîfên sewalkariyê jî bên avakirin Bozan bal kişand ser pêşxistina koperatîfan û diyar kir ku di projeyên rêveberiya desteya çandiniyê ne tenê çandinî her wiha koperatîfa sewalan jî dê were avakirin. Bozan bilêv kir ku divê gel qedir û qiymeta çandiniyê baş zanibin lewra hemû cure teknîk û yên din ji holê radibin lê yê mirovahiyê li ser linga bigire jî çandinî, ax û av e. ‘Êdî pergala yek bixwe yên din lê binêrin ji holê rabe’ Rêveberê Xeta Rojhilatê Kobanê Mazlum Hesen jî der barê avakirina koperatîfê de agahiyan da û anî ziman ku gundê Bozikê ji 43 malê pêk tê, lê niha yên endamên koperatîfê ne tene 15 malbat in. Hesen da zanîn ku di pêşerojê de ew ê hewl bidin malbatên din jî tevlî koperatîfê bikin. Hesen anî ziman ku ji berê de hemû erdê heremê li ser sermayeya çend kesan pêk dihat, yek dibû sermayedar yên din jî çiqas bixebitîn ewqas para wan diket, êdî ev yek ji holê rabe. Hesen diyar kir ku gundên aliyê rojhilat debara xwe bi çandiniya nîsk, ceh, genim û sewalkariyê dikin. Hesen di civînê de salvegara damezrandina PKK’ê jî li hemû gelên kantonê pîroz kir. Piştî axaftinan ji hêla 15 endamên koperatîfê rêveberiyeke ji 3 kesan pêk tê hat destnîşankirin. Hat zanîn ku di rojên pêş de jî amadekariyên koperatîfa çandiniyê li aliyê başûrê Kobanê jî bê destpêkirin. (ea/wk)