Komun Market nîşan dide pêdivî bi dewletê nîne! 2015-11-23 09:04:36 WAN (DÎHA) - Kooperatîfa Mezaxê ya Medya ku bi hîseyên gelek welatiyan hate avakirin, li derveyî feraseta marketên klasîk tevdigere û hilberînên welatiyan ên organîk bêyî navbeynkar digihîne mezexan. Hilberînerên ku ji bo marketa komun bêrawestan dixebitin wiha gotin: "Pêdiviya me bi dewletê nîne. Em dikarin hilberîna xwe bi xwe bikin." Mezaxer jî dibêjin ku market ji bo wan şansek e. Kooperatîfa Mezaxê şa Medya ku bi projeya Komîsyona Aboriya Wanê ya Kongreya Civaka Demokratîk ve hate amadekirin û hate avakirin hilberînên organîk ên li herêmê ji hilberîneran digire û digihîne mezexeran. Hilberîneran nirxandina "Komun Market ji gel digire û dide ge" dikin û balê dikişînen li ser afirandina aboriya gel a bi Komun Marketê. Kooperatîfa Mezaxê şa Medya beyî ku kar bike ji hilberîneran dikire û hilberînan digihîne mezexan. Mezexer jî ji ber ku hilberîn organîk in kêfxweş in. Welatiyê bi navê nurî Dundar ê ji bo Komun Marketê hingiv hildiberîne diyar kir ku Marketên Mezexê yên Medyayê nû ne û di pêşerojê de li herêmê divê ev market bên zêdetirin. Dundar wiha axivî: "Kewarên mêşan di mehêr biharê de em dibin herêmên çolter û ji ber ku giha û kulîlk bi qelîte ne em biharê meşan tînin herêmê. Bi giştî em hilberîna xwe difiroşin Marketên Mezexê yên Medyayê û bi riya wan difiroşin." 'Pêdiviya me bi dewletê nîne' Dundar anî ziman ku armanca Komun Marketê kar nîne û ji bo gel hatiye avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hemû herêmên çolter hilberînên gel ên wekî hingiv, şîr, penêr an jî çi dibe ev market ji bo wan ahte avakirin. Li marketên medyayê hemû hilberîn organîk in û buhayên wan jî baş in. Bila nekeve destên fîrmayên mezin, bila bikeve destên gel. Gel hem hilberînên xwe hildiberîne hem jî difiroşe. Yek ji bingehete xwerêveberiyan jî Marketên Mezexê yên Medyayê ne. Dema ku em bixwe çêkin pêdiviya me dewletê namîne. Ango em dikarin bêyî dewlet xwe birêve bibin. Marketên Mezexê yên Medyayê nîşaneya vê yekê ne. Em dikarin aboriya xwe bixwe pêk bînin." 'Marketa gel e' Dundar destnîşan kir uk hingivên ku li fabrîkayan tên hilberandin sexte ne û gelek madeyên din di nav de hene lê ligel vê yekê jî buhayên wan zêde ye û wiha got: "Li marketên din hingivên ku tên firotin sexte ne, hingivên ji kargehan tên di nava wan de glîkoz zêde ye û madeyên jî hene. Lê yên me organîk in û xwezayî ye. Hingivên li televîzyonan tên firotin jî sexte ne. Hingivê esasê yên ku dixwazin dikarin berê xwe bidin Merketên Mezexê yên Medyayê. Armanca me ne kar e. Ji ber ku marketa me ye, marketa gel e, em erzan didin." 'Em êmên fabrîkayan bi kar naynin' Hakan Ergunoguz ê ku ji bo komun marketê hêkên gundan hildiberîne û li çewlika xwe nêzî 500 mirîşkan xwedî dike jî anî ziman uk ew êmên fabrikayê nadin mirîşkan û ceh û garis didin, li gorî hêkên fabrîkayan buhayên hêkên wan baştir e. Ergunoguz wiha axivî. "Hêk tevahî organîk in. Êdî mirovan jî ev fêm kirin. Anga hêkên mirîşkên ku digerin xweştir e. Em ê êdî bi riya Medya Marketê bigihînin gel. Ji ber ku me navbeynkar ji nav derxistiye buhayên me baş e." 'Em li malê çi dikin li vir jî heman tiştî dikin' BÎKAD-KOOP a ku mast, mantî, erişte, riçal ên ku bi destên xwe çêdikin û difiroşin Komun Marketê bêsekn hilberînê dikin. Hilberînên ku bi destê jinên endamên kooperatîfê ne hildiberînin ji aliyê mexezan ve gelekî tê ecibandin. Endama Koperatîfê Nejla Bakir der barê xebatên xwe de wiha got: "Em xwarinên ku li malê ji bo zarokên xwe çêdikin li vir jî çêdikin. Em ê mast, manti, riçal, kifte bidin MEdya Marketê û daxwazên wan ên xwarinê jî bikin. Hemû bi tiştên xwezayî û bi qalîte ve tê çêkirin. Ango em ê hilberînên ku li malê hildiberînin bidin Komun Marketê." 'Ji bo ku em aboriya xwe biafirînin fersendeke baş e' Kiryarên marketê jî diyar kirin ku ev ji hilberînên marketê memnun in. Welatiyê bi navê Nurettîn Harhar ê ku ji bo pêdiviyên xwe yên mehane hate marketê diyar kir ku ji ber ku polîtîkayên buhayê li gorî marketên di baştir e Medya Marketê tercîh dike. Harhar wiha got: "Em ji bo hemû gel pêşniyar dikin, bila careke biceribînin. Hemû tiştên ku tên firotin xwezayî ne û bi qalîte ne. Buhayê wan jî baş e. Yên ku hildiberînin jî gel in ên ku xerc dikin jî. Ji ber ku kar zêde nîne ji bo suda gel tê kirin. Em ji bandora holdîngan derkevin, em xwe bi rêve bibin, ji bo avakirina aboriya xwe fersendek e." Kiryareke din ên bi navê Kiyasettîn Demîr jî wiha got: "Hem gel sudê digire hem jî hilberîner. Li gorî manketên din baştir e. Ez ji bo hemû gelê me pêşnişar dikim. Daxwaza me ew e ku ev market bêhtir bên vekirin, li hemû taxan û bajaran bê vekirin. Ev der ji bo karê nîne bi rastî jî pêdiviyên gel bi cih tîne. Jixwe ev market ji bo gel hate vekirin. Ev market ya gel e." (sa)