Ji Komeleya Welatiyên Azad dîwana dengbêjan 2015-11-19 11:18:02 AMED (DÎHA) - Li Amedê Komeleya Welatiyên Azad a Taxa Fatîhê şeva dengbêjan lidarxist. Li navçeya Rezan a Amedê, Komeleya Welatiyên Azad a Taxa Fatîhê, li qehweyekî şeva dengbêjan lidarxist. dengêjên Mala Dengbêjan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tevlî şevê bûn. Şêniyên taxê bi coşeke mezin ji bo dengbêjan guhdar bikin herikîn cihê dîwana dengbêjan û bi saetan guh dan kilamên her yek ji yekî xweştir. Endamê Meclîsa Taxê Cemîl Ustundag jî axaftineke kurt kir û diyar kir ku qehwexane ne tenê cihê lîstikan e û ew ê bernameyên çandî berdewam bikin. (sy)