Hem fêrî ziman hem fêrî hunerê dibin 2015-11-17 09:01:35 WAN (DÎHA) - Navenda Çanda Mezopotamya ya Wanê kursên hunerî yên serdema nû da destpêkirin. Şagirtên ku di beşên cûda yên hunerî de perwerde dibin di heman demê de zimanê Kurdî jî fêr dibin. Navenda Çanda Mezopatamya ya Wanê ev salên dirêj e li bajêr li hemberî polîtîkayên qirkirina çandî û bişaftinê, xebatên girîng ên hunerî û çandî dimeşîne. NÇM, di serdema nû ya xebatan de, di gelek beşên cûda de dest bi kursên hunerî kir. Yek ji taybetmendiyên van kursan jî ew e ku, hemû perwerdehiya di beşên tembûr, def, gîtar û şano de, bi zimanê Kurdî tê dayîn. Xebatkarê NÇM'ê Omer Demîr, derbarê xebatê serdema nû de agahî dan û bi taybet bang li ciwanan kir ku piştgirî bidin xebatên pêşxistina hunera Kurdî. Demîr da zanîn ku ciwanên Wanê, eleqeyek baş nîşanî kursan didin û wiha axivî: "Beriya an jî piştî dersên hunerî, saetek perwerdehiya bi Kurdî tê dayîn. Bi vî rengî şagird, dersên xwe baştir fêr dibin." 'Em zimanê Kurdî jî fêr dibin' Şagirtên NÇM'ê jî ji xebatan kêyfxweş in û bang li hevalên xwe dikin ku ew jî tevlî xebatan bibin. Yek ji şagirtan Seher Îşlek got ku ewê çanda Kurdî bigihînin pêşerojê. Şagirtê gîtarê Îslam Ozdemîr jî got ku ew ji bo çanda xwe bide berdewam kirin li NÇM ye û wiha berdewam kir: "Divê em xwedî li çanda xwe derkevin." Yek ji şagirtan Esma Înce jî balê kişand ser pirsgirêka ciwanan a zimanê Kurdî û got "Di nav me de yên ku zimanê xwe yê zikmakî nizanin hene. Em li NÇM'ê zimanê xwe jî fêr dibin." (sy)