Îsadoraya kurdan 'Leyla' li ser dikê ye! 2015-11-16 09:04:48 EVRÎM KEPENEK İSTANBUL (DİHA) - Ekîba Reqsê ya Mezopotamya lîstika bi navê "Leyla Bedîrxan" a li ser jiyana Leyla Bedîrxan a weke reqsvana yekem a kurdan tê zanîn ve derdikeve pêşberî hunerhezan. Reqsa bi navê "Leyla Bedîrxan" sibehê tê pêşandan. Bedîrxan a ku bi reqsê re nasnameya xwe ya kurdîtî jî biribû ser dikê bi şexsiyeta xwe re dişibînin reqsvana amerîkî ya bi navê Îsadora Duncanê. Bedîrxan a ku di ji aliyê malbata xwe ve bi awayeke tune hate hesibandin û her tim hate astengkirin di têkoşîna jinan de jî semboleke girîng e. Hunermenda amerîkî Îsadora Duncan di 27'ê gulana 1887'an de ji dayik bûbû. Muzîka konsera klasîk a yewnanan kiribû reqs û wekî muxalîfa baleyê reqsên dema antîk ji nûve zindî kiribû. Duncan dema derdiket dikê her tim temaşevan sermest kiribû. Xwedî şexsiyeteke pêşverû û ji serdema xwe pêşdetir bû. Ev taybetiya we hem li ser dika reqsê hem jî di jiyana wê ya taybet de wisa bû. bi vî taybetiya xwe ve ji gelek reqsvanên dema xwe cudatir bû. Wekî reqsvana kurd Leyla Bedîrxan. Leyla ya nasnameya xwe înkar nedikir Bedîrxan jî wekî Duncanê ji serdema xwe pêşdetir bû û hem li pey reqsê ket hem jî bi şexsiyeta xwe ve di rûpelên dîrokê de ciheke taybet girt. Leyla Bedîrxan keça Henriette Hornik a ji malbateke cihû û Abdulrezzak Bedîrxan ê ji malbata Bedîrxan e û di 1908'an de li Stenbolê ji dayik bû. Piştî sirgûna malbatê bi malbata xwe re koçî Misrê kirin. Piştî ku bavê wê jiyana xwe ji dest da bi dayika xwe re li Viyanayê jiyana xwe berdewam kirin. Bedîrxan a li Viyanayê yekem dersa xwe ya reqsê girt ewil li Operaya Viyanayê derket ser dikê. Ji ber ku reqsvan bû rastî nerazîbûna malbatê hat jî tu caran dev ji reqsê berneda û nasnameya xwe ya kurd bûnê jî înkar nekir. Her tim bi serbilindî kurbûna xwe anî ziman li cihên weke "ereb" hate nasandin jî her tim sererast kir û kurdbûna xwe anî ziman. Reqksvan Yeşîm Coşkun sedema ku Bedîrxan bikin lîstîk vegot û diyar kir ku ji ber ku di dema ku jiyaye ligel ku malbatê nerazîbûn nîşan daye jî bi reqs û nasnameya xwe ya kurdbûnê nehiştiye û ji bo têkoşîna jinên sudewar bûye, li dijî zilam û sîstemê her tim têkoşiyaye. Coşkun anî ziman ku ji ber vê yekê jî dema ku dest bi projeyê kirine Leyla hatiye hişê wan, hemû ekîbê jî ev fikr qebûl kirine wan jî ev pêşandana reqksê derketiye holê Coşkun destnîşan kir ku ji bo reqsê tenê xebateke fîzîkî na, xebateke teorîk jî dikin û bi xebat xebatên xwe berdewam kirin û ji bo ku ew dem bê fêmkirin divê ev bihata kirin. Coşkun wiha got: "Leylayê qet Kurdistan nedîtibû. Tenê bi vegotinên kal û bavê xwe Kurdistan nas dikir. Dîsa xwe weke kurd pênase dikir. Wê bûyîna reqkvaneke kurd tercîh kir." Coşkun xwest hemû kes bên pêşandana wan a reqsê. 'Di dema jiya nehat fêmkirin' Serhat Kartal jî anî ziman ku Bedîrxan di dema ku jiyaye di çapemeniya biyanî di gelekî cih girtiye û ji bo hunerî gelek keda wê çêbûye û her çiqas li Tirkiyeyê neyê dîtin jî ew di nava jinên ku herî baş Kurdistanê temsîl dikin de cih digire. Kural got ku Bedîrxan dema ku jiyaye zêde nehatiye fêmkirin û ji aliyê kurdan ve jî nû tê fêmkirin. Kural destnîşan kir ku jiyana Bedîrxan ne li ser esasê ajîteyê li ber esasê jineke li ber xwe dide vedibêjin û tiştên ku wê demê Bedîrxan kirişe niha hunermendên kurd nikarin bikin. Pêşandana reqsê dê sibehê saet di 20.30'an de li Dîka Moda ya Kadikoyê bê pêşandan. (sa)