10. Festîvala Fîlm a Navneteweyî ya SîneMardîn destpê kir 2015-11-14 10:25:03 MÊRDÎN (DÎHA) - 10. Festîvala Fîlm a Navneteweyî ya SîneMardîn a ku îsal di navbera 13-20'ê Mijdarê bi temaya "Mirov û sînema" tê lidarxistin, destpêkir. Piştî ku 2 caran hate taloqkirin, 10. Festîvala Fîlm a Navneteweyî ya SîneMardîn a ku îsal di navbera 13-20'ê Mijdarê bi temaya "Mirov û sînema" tê lidarxistin. Bernameya festîvalê bi kokteyla li Salona Pêşandanê ya SîneMardîn destpêkir. Gelek sînemahêz jî di nav de, Seroka 10. Festîvala Fîlm a SîneMardîn Munevver Helun Firat, Hevşaredara Artukluyê Sevînç Bozan û gelek lîstikvan û derhêner tevlî bernameyê vekirinê bûn. Seroka organizasyona festivalê Helun Firat di kokteylê de derbarê naveroka festivalê de axivî û da zanîn ku wan bernameyek ku bala xwe dide erdnigariya herêmê amade kiriye. Hevşaredara Artukluyê Sevînç Bozan jî balê kikşand ser rewşa şer a Kurdistanê û diyar kir ku huner dikare birînên şer bikewîne. Piştî axaftinan festival, bi fîlma "Mardan" a derhêneriya wê Batîn Ghobadî kiriye destpêkir. Ji ber eleqeya zêde, gelek kes li ser piyan fîlm temaşe kir. Gelek fîlmên nû dê werin pêşandan Di bernameya festivalê de 35 fîlm hene û fîlmên bi navê "Abluka", "Guneş Tepedeyken","Masallar", fîlma Reza Dormîshîan a bi navê "Asabî Degîlîm" û fîlma Amr Salama "Dîl Surçmesî" jî dê cara yekem werin pêşandan. Di bernameya festivalê de ji bo sînemaya Îranê jî bi sernavê "Îrana me" beşek taybet hatiye veqetîn. Her wiha bernameya festivalê de, atolyeyên çêkirina fîlm û analîz jî cih digirin. Di festivalê de pêşandana hemû fîlman bêpere ye. (sy)