Deq: Neqşa bedewî, efsûn û baweriyan 2015-11-10 09:01:36 SADIYE ESER RIHA (DÎHA) – Deqê ku bi dû, şîr û derzî li ser laşên jin û zilaman tê neqişkirin, ji bedewiyê heya koletiyê ji tirsê heya baweriyê dibe nîşaneya gelek tiştan. Yek ji jinên ku çanda bi hezaran salan di laşê xwe de digerîne Îslîm Denîz, li ser wateya deqên xwe wiha got: "Digotin jina ku deq di laşê wê de tunebe, wek jineke tazî ye. Ji ber wê, di temenên biçûk de dayikan li ser laşên zarokên xwe yên keç deq çêdikirin." Çanda deqê, ev bi hezaran salan e li gelek parzemînên cîhanê, di serî de ji bo bedewbûnê, bi wateyên cûda cûda berwedam dike. Di hin civakan de deq, ji bo parastina ji nexweşîn û giyanên nebaş tê çêkirin, di hin civakan de jî wekî nîşaneya xizanî an jî feqiriyê tê dîtin. Di jinan de ji bo bedewbûnê, di çanda zilam de jî ji bo nîşandana hêzê, deq li laşan tê xêzkirin. Her wiha deq, carina dibe nîşaneya koletiyê jî. Li Kurdistanê jî bi taybet çanda deqê, di rastiya jin de hin pêşketî ye. Her çiqas piştî Îslamiyetê deq çêkirin wek guneh were dîtin jî bi taybet jin, civaka Kurd dev ji vê çandê bernedan û heya îro jî berdewam kir. Di serî de li bajarên wek Mêrdîn, Riha û Amedê li gelek bajarên Kurdistanê di serî de ji bo bedewbûnê, wekî îfadeya gelek tiştan deq li laşan tê neqişkirin. Şekle sterkê, rojê, çûk, dar û gelek sembolan, di serî de li lev, çeng, sing, aluşk, ling û tilî, li hemû laş tê deqandin. Her deq xwedî wateyek e Di deqan de her şekil tê wateyek cûda. Mînak, di deq de şekle çav ji nezerê diparêze, xezal ji bo jina bi zewac şans tîne, şekla roj a ku li ser dest tê çekirin ji bo tenduristiyê ye, heyv ji bo xweşikbûnê, sterk ji bo enerjiya erênî tê çekirin. Li Rihayê, ku yek ji bajarên Kurdistanê ye çanda deqê herî xurt e, du jinên bi navê Ayşe Kaya (74) û Îslîm Denîz (76) çanda bi hezaran salan, bi nîşaneyên cûda di laşên xwe de digerînin. Dû, şîr û derzî Ayşe Kaya ya ku ji Taxa Kara ya Pirsûsê ye, di 16 saliya xwe de li ser çengê (çene) xwe deq çêkiriye. Kaya, anî ziman ku ji ber deq jine xweşik dike wê deq li laşê xwe çekiriyê û got: “Wê demê hemû jinên gundê me deq çêdikirin. Lê niha ev hejmar kêm bûye.” Kaya derbirî ku dema ji Suriyeyê jin dihatin mêvandariya wan, deqên li ser laşê wan bala wê kişandiye û wiha qala deq çekirinê kir: “Li gorî daxwaza ku jin li ku derê laşê xwe deq çêbikê, li wir ew şeklê ku dixwazê tê xêzkirin. Pişt re dûye lambeya kevn a ku dîwar rêş kiriye, ji dîwêr dikin û bi şîre jina ku şîr dide zarok tevlîhev dikin. Dema me dû û şîr tevlihev kir, sê derziyan bi hev re girêdidin û li cihe ku şekil hatiye xêz kirin didin.” ‘Jina bê deq jina tazî ye’ Îslim Denîz ya ku li ser dest û çengê xwe deq çêkiriye, hê temenê wê deh salî bûye, dayika wê li ser laşê wê deq çêdike. Denîz jî, li ser wateya civakî ya deqê ev tişt gotin: "Tê bîra min ez hê biçûk bûm. Digotin jina ku deq di laşê wê de tunebe, wek jineke tazî ye. Ji ber wê, dayikan li ser laşên zarokên xwe yên keç, di temenên biçûk de deq çêdikirin." Denîz diyar kir ku di heman demê de ji ber kevneşopîyê deq çêkiriye û da zanîn ku heman deq di laşe dayika wê de jî hebûye." (sy)