2'yemîn Rojên Fîlman a Axtamarayê dest pê dike 2015-11-09 15:47:42 WAN (DÎHA) - 2'yemîn Rojên Fîlman a Axtamarayê îsal bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Komeleya Akadmeiya Sînemaya Rojhilata Navîn bi konsera Anadolu Quartet û belgefîlma Nû Jîn dê sibe dest pê bike. Di çarçoveya rojên fîlman de 11 fîlmên demdirêj, 11 belgefîlm û 10 fîlmên demkurt bên pêşandan. Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Komeleya Akadmeiya Sînemaya Rojhilata Navîn îsal 2'yemîn Rojên Fîlman a Axtamarayê di navbera 10 û 15 mijdarê de bi şîara "Ji bo bi hezar rengan em hene" dest pê bike. Rojên fîlman bi konsera Anadolu Quartet û pêşandana belgefîlma Nû Jîn dê sibe dest pê bike. Hemû reng û çandên Wanê di rojên fÎlman de dê bên cem hev. Di çarçoveya rojên fîlman de konser û atolye bên vekirin. Di çarçoveya rojên fîlman de li ser navê Yaşar Kemal dê 3 rojan atolyeya çîrokan vekirî bimîne û belgefîlma Nû Jîn a ku li ser jiyana şervanên YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke mezin nîşan da, hatiye amadekirin dê were pêşandan. Rojên fîlman dê li Navenda Çand û Hunerê ya Nûda, Salona Civînê ya Egîtîm Senê, Navenda Jiyana Jinê ya Rojîn, Navenda Çand û Hunerê ya Bêrîvan, li taxên bajar û navçeyên Qelqelî, Şax û Payîzavayê berdewam bike. Di çarçoveya rojên fîlman de fîlm û belgefîlmên wekî Bakur, Okul, Bulanti 21 fîlmên demdirêj û demkurt û 11 belgefîlm bên pêşandan. (wk)