Rengên xwezayê ruh dide berikên Colemêrgê 2015-11-09 10:12:19 COLEMÊRG (DÎHA) - Çêkirina berikan a ku çanda bingehîn a Colemêrgê ye li aliyeke ji bo jinan dibe qada îstîhdamê li aliyê din jî rengên ku ji gihayên xwezayê hatine komkirin tên derxistin bi destên jinan ji nû ve ruh dibîne. Rengên ku ji sedan cureyên, pelên daran, fêkî û gihayên ku ji xwazeyê têne komkirin ruh didin berikên tên çêkirin. Rengên xwezayî yên ji gihayên li xwezayê tên komkirin ruh didin berikên Colemêrgê. Xwediyê Runas Kîlîmcîlikê Abdulkadîr Garîpgazîoglu binê mala xwe ya li Taxa Medreseyê kir atolye. Li atolyeya ku beriya 16 salan hate vekirin 12 jin berikan çêdikin. Jinên ku ji serê sibehê 08.00'an heta 18.00'an berikan çêdikin diyar kirin ku karê herî zehmet ên cihanê çêkirina berikan e lê jiyana wan bi berikan re bûye yek. Ji gihayan reng hildiberînin Berikên ku çanda bingehîn a Colemêrgê ye li aliyeke ji bo jinan dibe qada îstîhdamê li aliyê din jî rengên ku ji gihayên xwezayê hatine komkirin tên derxistin bi destên jinan ji ji nû ve ruh dibîne. Rengên ku ji sedan cureyên pelên daran, fêkî û gihayên ku ji xwazeyê tê komkirin ruh didin berikên tên çêkirin. Ev rêbaza ku gelek zehmet e de rengên cuda ji pelên dar, fêkî û gihayên cûda de tên çêkirin û di heman demê de li hundirê heban sitilê du reng tevlihev nayêkirin û bi vî rengî reng derdikeve holê. Çêkîrina tayên berikan ewil ji hiriyê dest pê dike. Hirî tên şuştin û dikin ta, piştre jî bi kokên giha û kulîlkan li sitilan reng didin. Piştî ku rengê tê xwestin derdikeve holê tên zuwakirin. Pişt re jî bi hunandina jinan a kab bi kab dibe berik. Xwedî li çandê derdikeve Xwediyê atolyeyê Abdulkadîr Garîpgazîoglu diyar kir ku çêkirina berikan xwedî dîrokeke kevn e û Colemêrgê nîşan dide û wiha axivî: "Ez ji dapîr û bapîra xwe hînî vî pîşeyê bûm. Dema ku pîrikên min ev kar dikirin ez zarok bûm û ji bo ku jî çandê bidim jiyandin ev atolye vekir. Mirovên îro vî çandê meraq nakin. Çanda me bi tunebûnê re rû bi rû ye. Nifşên nû ji çanda xwe dûr mezin dibin, bûne êsîrê teknolojiyê. Ez vî pîşeyê hez dikim û ligel teknolojiyê ez ê bi israr didomînim. Wekî hunera berikan gelek huner tune bûn. Çanda me bi me re dimîne. Dayikên me bi zehmetî çêkirina bêrikar heta îro anîn. Ji dar û gihayên xwezayê reng çêkirin û ev kevneşopiya ji paşerojê tê winda dibe. Êdî bi boyaxên asît û kîmyewî êdî berik tê çêkirin. Ji ber ku tiştên erzan tên tercihkirin berikên tên çêkirin li hemberî têkonolojiyê têk diçin." Garîpgazîoglu der barê rengên ku tên bidestxistin ji kîjan merhaleyan derbas dibin û tên bikaranîn de ev agahî da; "Ji ber ku zivistanê dîtina guzan zehmet e em qalikên guzan kom dikin û li ber tavê zuwa dikin. Carna li heman sitilê du rengan çêkidin. Em qaliqên guzan sê rojan di avê de dihêlin û rengên wî digirin. Ji bo rengê sor 24 saet ji bo rengê reş hefteyeke, ji bo şîn 10-15 roj şunde dikarin bidest bixin. Ji sêvên tirş em rengê kesk çêdikin, vekirî an jî tarî derketina rengan jî mucîzeya xwezayê ye." Jina bi navê Nazdar Koç (19) ya lu atolyeyê dixebite jî destnîşan kir ku çêkirina berikan qasî ku zepmet e ewqas jî karekî bi zewq e û wiha got: "Ji ber ku ji berê ve tecrubeya min hebû min gelek zehmetî nekişan. Heke daxwaza mirovan hebe tiştekî ku neyê kirin tuneye. Dema em berikan çêdikin, mil û peçiyên me gelekî diêşin. Neqşê ku ez çêdikim navê wî Xalitbeg e. Zehmet bê dîtin jî neqşekî bi zewq e. Koç diyar kir ku bi daxwaz û hesteke mezin berikan çêdikin û ev tişt got: "Ji bo ku çanda me winda nebe divê ciwan ji çandê dun dernekevin. Em hemû jiyana xwe li ser berikan vedibêjin." (sa)