Ji bo pêşxistina çanda kurdan pêngava akademîk 2015-11-08 09:05:32 WAN (DÎHA) - Li Wanê akademiya ku di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Nûdayê de hate vekirin ji bo pêşxistina çand û hunerê û parastinê ji bo gihandina namzetên perwerdekaran dewreyeke dê 3 salan bidome da destpêkirin. Kursiyerên ku hemû pêdiviyên wen hatni bicihanîn piştî ku mezûn bibin dê li saziyên çand û hunerê bên îstihdamkirin. Li Wanê akademiya ku di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Nûdayê de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê par hate vekirin di beşên, muzîk, sînema, dîrok, ziman û wêjeya kurdî de perdekaran bigihîne îsal jî xebatên xwe berfirehtir dike û didomîne. Piştî perwerdeya ku 3 salan ji bo kursiyeran bê dayîn yên ku li vî derê mezun dibin dê li bajarên Kurdistanê di saziyên çandê de bên îstihdamkirin. Akademiya ku rastî eleqeyeke mezin tê îsal jî 35 kursiyer girt perwerdehiyê. Perwerde bi zimanê dayikê ye Ji ber ku li Tirkiyeyê ji bo vekirina dibistanê kurdî destur nayê dayîn û tên girtin li Navenda Çandê ya Nûdayê bi zimanê dayikê perwerde tê dayîn. Li Akademiyê mamosteyên hosta ji beşên wekî erbane, tembûr û bilûrê dê 3 salan perwerde bide û bi vî rengî pisporî tê hedefkirin. Li perwerdeya ku li atolyeya sînemayê de tê dayîn ji bo ciwanan derfetên mezin tên dayîn û bi xebatên studyoyê ve jî fîlm û belgefîlm tên kişandin. Dîsa kursiyerên ku eleqeya wan bi şanoyê heye jî hunera xwe pêş dixin. Jibilî vê jî hemû pêdiviyên kursiyeran ên cih jî di nav de 3 salan ji aliyê Navenda Çandê ya Nûdayê ve tên bicihanîn. (sa)