Jiyana Vedat Balik bû belgefîlm 2015-11-06 09:09:40 WAN (DÎHA) - Jiyana Vedat Balik ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin bû belgefîlm. Derhênêrê belgefîlm a ku navê Vedat Balik ê ku wek apê xwe li heman kolanê ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin dane, Şerîf Polat balkişand li ser qetlîamên dewletê û da zanîn ku dewlet dixwaze qetlîama normal bide nîşandin û nirxandina "Ji bo ev qetlîam nehên ji bîrkirin huner di dewrê de ye" kir. Jiyana Vedat Balik (18) yê ku 15 Îlonê li taxa Şehid Firat a navçeya Artemêtanê ya Wanê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin bû belgefîlm. Belgefîlm a ku navê wê "Xaçort Şehid Vedat" e qala taxa Xaçort a ku polîtikayê dewletê yên qirêj pêk tên û li dijî van polîtîkayan berxwedana gel tê ber çavan dike. Derhênêrê belgefîlmê ji xebatkarên Navenda Huner a Nûda Şerîf Polat dike. Polat ê der barê belgefîlmê de axivî û da zanîn ku di belgefîlmê de ciwanekî ku ji aliyê dewletê ve bê sebeb hatiye qetilkirin û terora dewletê ya ku li taxekî pêk tê derbas dibe. 'Li dijî qetlîaman peywira hunermendan heye' Polat bal kişand li ser şerê psîkolojîk ê ku dewlet li Kurdistanê pêk tîne da zanîn ku li dijî qetlîman peywira hunermenda heye û wiha got: "Li dijî şerê psîkolojîk dive huner derxin pêş û têkoşîna li dijî şerê psîkolojîk bê dayîn." Polat diyar kir ku dewlet dixwaze qetlîaman wek normal bide nîşandin û wiha nirxandina "Ji bo ev qetlîam nehên ji bîrkirin huner di dewrê de ye" kir. Polat da zanîn ku di belgefîlmê de dayik û apê Vedat û şahidên qetilkirina Vedat hene û wiha berdewam kir: "Ew ê ku belgefîlm temaşe bike dê ji jiyana xwe perçeyekî bibîne. Ji ber vê yekê belgefîlm bang li wîjdana mîrovan dike." Polat di dawiya axaftina xwe de balkişand li ser cihê hunera li Kurdîstanê û wiha got: "Ednigara Kurdîstanê ya ku qetlîam, zilm pêk tê dive ku huner derkeve pêş û ev qatlîamên ku tên kirin bên dîtin." Belgefîlm a ku jiyana Vedat Balik û apê wî jî di 1996'de li heman kolanê ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin vedibêje di Rojên Fîlman a Axtamaraya Wanê de bi derkeve pêşberî hunerhezan. (fb/sa)