Hunera Ûrartûyan didin jiyandin 2015-11-05 09:21:07 WAN (DÎHA) - Navenda Çand û Hunera Bêrivan ya nêzî salek e di alî çand û huner de li Wanê xebetên xwe dimeşîne ji bo hunera Ûrartûyan bidin jiyîn dersên seramîk û peykerê dide. Navenda Çand û Hunera Bêrîvan ya di bin banê Şaredadariya Îpekyoluya Wanê xebatên xwe dimeşîne, ji 14'ê adarê ve dersên hunerî dide. Navenda çandê xebaten wekî pêşangeh, konser, muzîk, şano, govend, resîm peyker û seramîkê dimeşîne. Piraniya şagirtên wan ji zarokan pêk tê û her wiha ciwan û jin jî evlî qursên hatine destpêkirin dibin. Berpirsyarê Navenda Çand û Hunerê ya Berîvanê Zekî Sarica der barê xebatên xwe de agahî da. Saica diyar kir ku ew dersa seramîkê dide û li saziya wan dersên resîm û seramîkê hene. Sarica bilêv kir ku bi hatina mamosteyên ji Navenda Çanda Mezopotamyayê hejmara mamosteyan zêde bûye. Sarica bal kişand li ser girînga seramîk ya di dîroka Wanê û wiha got:"Di dîroka Ûrartû de seramîk cihekî pir girîng digire. Em ji bo vê dîrokê zîndî bihêlin vê xebatê dimeşînin. Em di aliyê endustriyel û çandî ve xebatên seramîkê didomînin." Sarica bang li gelê Wanê kir ku tevlî dersên wan bibin û bi awayekî profesyonelî perwerdehiyê bibînin. Sarica der barê atolyeyên resîmê de jî agahi da û diyar kir ku 13 jinên ku di nav wan de yen nexwendine jî hene tevlî atolyeya resîmê dibin û wiha pê de çû: "Xebatên wan ji xebatên xwendekarên Fakulteya Hunera Delaliyê xweştire û ew ji wan xweştir resîman çêdikin." (fb/wk)