Li Wanê jin sindoqan rengîn kirin 2015-11-01 13:27:30 WAN (DÎHA) – Jinên Wanê ku di saetên serê sibê de çûn ser sindoqan û dest bi dengdayinê kirin, li ber distanan bi dirûşm û cilên xwe yên rengîn zindîbûnek çêkirin û gotin "Ew dixwazin di sindoqan de maf û aştî derekeve." Jinên Wanê ku di saetên zû de hişyar bûn û çûn ser sindoqan, bi cilên xwe yên rengîn ên neteweyî sindoq rengîn kirin û jinên extiyar jî ezîmek mezin hatin ser sindoqan. Jinên Wanê ku li ber dibistanan nîşaneya serkeftinê kirin, zindîbûn û rengînbûnek çêkirin û gotin “Dê ew ê 8 parlementeran derbixin” Jina bi navê Makbule Cemcîr da zanîn ku ew ê dengê aştiyê bidin bihîstin û êşên ku li Kurdistanê tên jiyîn bi dawî bikin û wiha got: “Dê înşalah em ê vê hilbijartinê jî qezenc bikin û xwîna ku tê herikandin rawestînin.” ‘Em ji hilbijartinê tenê mafê xwe dixwazin’ Aze Alba jî anî ziman ku ew ji hilbijartinan tenê mafê xwe dixwazin û wiha baweriya wan heye. Jina bi navê Perîhan Genel jî diyar kir ku bila êdî şer bi dawî bibe û got daxwaza wan tenê aştiye. Huyla Demîragaç jî got ku bendewariya wan a ji hilbijartinê tenê ew e xwîna ku diherike bê rawestandin û got ew hêvî dikin ku ev hilbijartin ji aştiyê re bibe wesîle. (aw)